'Nobeta Edaletê' ya Malbata Şenyaşar 687 roj in didome

  • 13:13 24 Çile 2023
  • Rojane
RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar 687 roj in berdewam dike. Malbat li ser hesabê xwe yê medya dijîtal ev parvekirin kir: "Em heqê xwe li kesên ku ji vê zilmê re bêdeng dimînin helal nakin."
 
Nobeta edaletê ya malbata Şenyaşar ku di 9'ê adara 2021'ê de dest pê kir di roja 687'an de berdewam dike. Ji ber nexweşiya xwe Emîne Şenyaşar îro tev li nobetê nebû. Kurê Emîne Şenyaşar Ferît Şenyaşar bi tena serê xwe li Edliyeya Rihayê nobeta xwe berdewam kir. 
 
Li aliyê din malbata Şenyaşar, li ser hesabê xwe yê medya dijîtal hesabê Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag etîket kir û parvekirin kir: "Li nexweşxaneya dewletê jiyana mirovan hat bidawîkirin dibe ku mirova weke tiştek nebûbe bijî? Heke te bizanibûya edalet emrê Xwedê ye, we yê vê bêdaletiya li Rihayê rawestandina. Em heqê xwe li kesên ku ji vê zilmê re bêdeng dimînin helal nakin."