ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2023'YAN

  • 09:00 24 Çile 2023
  • Rojev
 
*Ji Dayikên Aştiyê Asya Tay a ku diyar kir ji avakirina HEP'ê heta niha ji bo aştiyeke mayînde ked daye got, " Ez rojekê neçim partiyê di dilê min de dibe kul û dilê min rehet nabe.  Em nasname û azadiya zimanê xwe dixwazin."  DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskin a ku Xelata Olof Palme girt wiha got:"Esas xwediyê vê xelatê Jîna Mahsa Amini û jinên wekî wê ne, jinên têkoşîna aştiyê didin û gotina vê sedsalê 'Jin jiyan azadî' ye." DÎMEN HEYE
 
*Sekretera Perwerdehiyê ya Şaxa Egîtîm Sen’ê yê Hejmara 2’yem a Amedê Kadriye Kaya, têkildarî dersên bijarte de axivî û got "Ji bo zimanê dayikê bibe zimanê perwerdehiyê dê têkoşîna wan bidome." BI DÎMEN
 
*Danişîna yekemîn a Ahmet Babat ê ku Firdevs Babat qetil kiribû dê sibehê were ditîn. Ji parezêrên dosyayê Hedîye Gokçe Baykal derheqê dozê de axivî û got: “Em ê heta dawiyê dozê bişopînin da ku bersûc û kesên ku alîkariya wî dikin di asta herî jor de bên cezakirin.”