Li Îranê 2 rojnamevanên jin hatin girtin

  • 14:53 23 Çile 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Îranê Tehranê, duh Rojnamevan Saîde Şefîhî û Rojnamevan Mêhirnûş Zarayî hatin girtin.
 
Li paytexta Îranê Tehranê 2 rojnamevanên din hatin girtin. Ji destpêka raperînên li Rojhilatê Kurdistanê Îranê ve 79 rojnameger hatine girtin.
 
Hevjînê Rojnamevan Saîde Şefîhî, Hisên Homayun li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku roja 22’yê Çile di encama serdegirtina li ser malê de hevjîna wî hatiye girtin.
 
Herwiha Ajansa Komeleya Çalakvanên Mafê Mirovan a li Îranê HERANA ragihand ku Rojnamevan û Nivîskar Saîde Şefîhî ji bo cihek nediyar hatiye veguhestin û hîn sedema girtina wê nehatiye eşkerekirin.
 
Ajansa Komeleya Çalakvanên Mafê Mirovan a li Îranê HERANA diyar kir ku Rojnamevan Mêhirnûs Zarayî ji bo Girtîgeha Evîn a Tehranê hatiye veguhestin.
 
Li gorî Ajansa HERANA’yê hêzên dewleta Îranê piştî serdegirtina mala van rojnamegeran û kontrolkirinê beşek ji amûrên wan ên peywendî bi pîşeya van ve heyî desteser kirine û bi xwe re birîne.
 
Di 21’ê Çile de, li Tehranê Nûçegihana Ajansa Şehir Milîka Haşimî jî hatibû girtin. Ji destpêka raperîna “Jin, Jiyan, Azadî” ve li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 79 rojnameger hatine girtin ku hinek ji wan bi dayîna kefaletê hatine berdan. Lê piraniya wan hîn di girtîgehê de ne.