Banga tevlîbûna kampanyaya îmzeyan a li dijî tecrîdê

  • 10:56 23 Çile 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Însyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li hemû pêkhate, sazî, tevger û rêxistinan kir ku bi awayekî çalak beşdarî kampanyaya îmzeyan a li dijî tecrîdê bibin.
 
Înîsîyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koordîneya Înîsiyatîfa Azadî ji bo Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi navê bi dirûşma "Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxwaza bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî dikin" kampanya da destpêkirin. 
 
Kampanya bi rêya şandina nameyê ji CPT'yê re li ser navê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî binpêkirinên hiqûqî yên ku dewleta Tirk li dijî Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan pêk tîne, dest pê kir.
 
Kampanya di salvegera 24 'an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan de destpê kir û dê heta 15 'ê Sibatê li ser asta bajar, bajarok û navçeyên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam bike.
 
Kampanya duh yekşemê li herêma Cizîrê dest pê kir. Endama Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Pêrwîn Yûsif ji Ajansa ANHA'yê re axivî û got: "Mekanîzmeya komkirina îmzeyan dê bi rêya avakirina komîteyan ji endamên însiyatîfê li ser asta gund, bajarok û bajaran be û dê serdana mal û saziyan bikin da ku hejmara herî mezin a îmzeyan bi rêya komîn û meclisan berhev bikin. 
 
Em dikarin deng û daxwazên xwe ji CPT'ê ragihînin. Ew jî berpirsyariyên xwe yên mirovî û hiqûqî der barê rizgarkirina fizîkî ya rêber Ocalan de pêk bîne. Her wiha derfetan peyda bike da ku parêzer û malbat hevdîtinê pê re çêk û tecrîda girankirî bi dawî bibe. Êdî dem hatiye ku em bi rêberê xwe re di aliyê fîzîkî de bijîn. Em bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevahî rêxistin, sazî û tevgerên li herêmê dikin ku tevli hemleyê bibin da ku bêdengiya navneteweyî bişkînin û neheqiya li ser rêber Abdullah Ocalan bi dawî bikin."
 
Belgeya îmzeyan wê radestî Înîsiyatîfa Azadî ji bo Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were kirin ku ew jî dê ji CPT'ê re rêke.