Ji Rojnameya Xwebûnê şahî

  • 09:46 23 Çile 2023
  • Rojane
 
AMED - Rojnameya Xwebûnê, dê di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de ji bo piştevaniyê şahiyekê li dar bixe.
 
Rojnameya Xwebûnê, di 23’yê kanûna 2019’yan de li Amedê dest bi weşanê kir. Xwebûn, tekane rojnameya ku li bakurê Kurdistanê weşana bi zimanê kurdî dike ye. Her wiha weke heftane tê weşandin. Rojnameya Xwebûnê, dê di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de ji bo piştevaniyê şahiyekê li dar bixe. 
 
Hunermend û nivîskarên kurd dê bi riya dîmenê tev li şahiyê bibin. Amadekariyên konsera ku dê hunermend Kadîr Çat û Koma Sorjiyan derkevin ser dikê bi dawî bûn.