Li Kadikoyê dîwana dengbêjan hat avakirin

  • 21:34 22 Çile 2023
  • Rojane
STENBOL- Dengbêjin li Kadikoyê di ‘Dîwana Dengbêjan’ de hatin gel hev, klamên Kurdî striyan. Di bernameyê de balkişandin ser polîtîkayên asîmîlasyonê.
 
Komeleya Çand, Pêşvebirin û Alîkariya Civakî ya navçeyên Kigî, Karakoçan, Adakli, Yayladere, Yedîsû (KAYY-DER)  li avahiya komelayê ya Kadikoyê di çarçoveya hevdîtinên çand û hunerê de ‘dîwana dengbêjan’ ava kir. Gelek kes tevli bernameyê bûn.  
 
Hevserokên KAYY-DER Bîlsen Ozdan û Ahmet Tuzun axivîn û spasiyên xwe bo guhdarvanan kirin.  He wiha polîtîkayên asîmîlasyonê hatin nîqaşkirin û li ser girîngiya klaman hat sekinin. Dengbêj Sîdar Ortanur, Xalê Rustem, Nesrîn Arîn, Mîr Alî Savaş, Dogan Gok û Mustafa Korkmaz klamên xwe gotin.