Pêkhateyên HDP’ê li hev civiyan

  • 19:43 22 Çile 2023
  • Rojane
ENQERE- Hevserok û berdevkên pêkhateyên HDP’ê, di bin serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar li hev civiyan. Niqaş li ser navên ji bo namzetiya serokomariyê hat kirin.
 
Hevserok û berdevkên pêkhateyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di bin serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sîncar bi armanca geşedanên siyasî yên dawî û namzetên serokomariyê nîqaş bikin hatin gel hev.
 
HDP’ê piştî civînê daxuyanî da û di daxuyaniyê de wiha got: “Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevserokê Partiya Sosyalîst a Bindest (ESP) Ozlem Gumuştaş û Şahîn Tumuklu, Berdevka Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Kezban Konûkçû, Hevserokê Partiya Sosyalîst a Damezirîna Ji Nû Ve (SYKP) Cavît Ûgûr, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşgar a Yekbûyî (Partiya Şoreşger) Elîf Torûn Oneren, Hevberdevkên Partiya Keskan û Pêşeroja Çepgir (Partiya Kesk a Çepgir)  Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin tevli civînê bûn. Geşedanên siyasî yên dawîn, polîtîkayên tifaqê û namzedê/a Serokomariyê ya HDP’ê, sernavên esas ên rojeva civînê bûn. Di civînê de biryarên giring hatin dayîn. Li ser navên ji bo namzetiya serokomariyê niqaş hat kirin.”