Kesên di hilweşîna avahiyê de mirin hemara wan zêde bû

  • 15:48 22 Çile 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji 14 kesên ku heta niha ji bin avahiya hilweşiyayî hatin derxistin, 12 kesan jiyana xwe ji dest dan.
 
Li gorî agahiyên ku ji Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecîr hatin wergirtin, di avahiya 5 katî ya hilweşiyayî de 5 zarok, 5 jin, bi giştî 12 kesî jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûne.
 
Nasnameyên 4 kesên jiyana xwe ji dest dane wiha ye:
 
Yûsif Carûr (3), Hemîda Carûr (8), Cemal Carûr (7) û Ridwan Mihemed (55).