Malbata Şenyaşar: Redkirina pêşniyarnameyê redkirina edaletê ye

  • 12:42 22 Çile 2023
  • Rojane
 
RIHA - Malbatê Şenyaşar ku têkoşîna xwe ya edaletê didomîne bertek nîşanî redkirina Pêşniyarnameya Lêkolînê ya têkildarî komkujiya li Nexweşxaneyê Dewletê ya Pirsûsê da. 
 
Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku bi birîndarî ji komkujiyê xelas bûbû, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 685’an de berdewam kir. Di dawiya hefteyê de deriyê edliyeyê girtiye lewma malbatê nobet li mala xwe ya li Pirsûsê domand. 
 
Têkildarî mijarê malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev peyam parve kir: “HDP’ê li Meclisê ji bo komkujiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê Pêşniyarnameya Lêkolînê da. Redkirina vê pêşniyarnameyê bêwijdanî ye. Parastina kesên sûcên li dijî mirovahiyê kirine ye. Em ji bo welatekî mirov bikare lê bijî daxwaza edaletê dikin.”