Li taxa Şêxmeqsûd avahiyek hilweşiya

  • 12:11 22 Çile 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê avahiyekî 5 qat hilweşiya. Di encamê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û lêgerîna li ser xerabeyên avahî didomin. 
 
Li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku gelemperiya şêniyê wê kurd in, avahiyekî 5 qat hilweşiya. Li gorî nûçeya ANHA’yê; avahî şevê din hilweşiya û heta niha herî kêm 10 kes ji bin kavilên avahî hatine derxistin. Ji kesên bin kavilan hatine derxistin 7’an jê jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar in.
 
Hat zanîn ku ji welatiyên rakirin Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir rewşa 2’yan jê giran e. 
 
Hat zanîn ku 7 malbat li avahiya hilweşiyayî dijiyan û hêja hinek kes di bin kavilên avahî de ne. Xebatên lêgerînê berdewam in.