Tulay Hatîmogullari: CPT peywira xwe nake

  • 09:04 22 Çile 2023
  • Ramyarî
 
Dîlan Babat
 
ENQERE - Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogullari der barê nobeta li dijî tecrîda li Îmraliyê dane destpêkirin de axivî û da zanîn ku CPT û saziyên navneteweyî peywira xwe naynin cih û got: “Saziyên navneteweyî dikin qurbana têkiliyên netew dewletan."
 
21 mehe agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Serlêdanên ku malbat û parêzer dikin jî tên redkirin. Di 4’ê çile de dîsa serlêdana ji bo hevdîtinê hat kirin lê hat hînbûn ku li Abdullah Ocalan û girtiyên din 3 meh cezayê dîsîplînê ya din hatiye dayîn. Hinceta qedexeyê jî ‘cezayê dîsîplînê’ hat nîşandan û wekê din agahiyek nehat parvekirin.di 10’ê çile de parêzeran li dijî biryarê sreî li Dadgeha Ceza Giran a bursayê da û heman rojê de serlêdan hat redkirin. Parêzeran diyar kir ku wê li dijî biryarê serî li Dadgeha Destura Bingehîn bidin.
 
Bersiv nedan
 
Hevserkên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sîncar, berdevka partiyê Ebrû Gunay û parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan di 20’ê cotmehê de ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezareta dadê dan. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, parlamenterên HDP’ê Sezaî Temellî, Remziye Tosun, Abdullah Koç, Dîlan Dîrayet Taşdemîr û Şevîn Çokun di 22’yê kanûnê de ji bo hevdîtinê serî li Wezareta Dadê dan. Lê tu bersivek erênî an jî neyînî nehat dayîn.
 
Nobet didome
 
Parlamenterên HDP’ê di 21’ê kanûnê de li ber Wezareta Dadê dest bi çalakiya bêdem-dorveger kirin. Li ser astengiyan çalakiya xwe niha li ber Meclîsê didomînin. Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogullari der barê Nobeta Edeletê ya dane destpêkirin de axivî. 
 
‘Tecrîd bandor li her qada jiyanê dike’
 
Tulayê diyar kir ku bi armanca rakirina tecrîdê wek HDP’ê Nobeta Edeletê dane destpêkirin û bi rojane didome û got: “Wezareta dadê û hikûmeta ku di alî qanûnî de berpirsin der barê Îmraliyê de tu tiştekî nabêjin. Li Tirkiyeyê bêdadî gelek tên jiyîn. Di dema pergala hikûmet serokomariyê de bêdadî hîn bêtir giran bûne. Zext zêde bûne. Li girtîgehan bipêkirin pi zêde tên jiyîn. Li girtîgehan grev didomin. Daxwazên girtiyan nayên cih. Tecrîda li Îmraliyê li hemû qadê bi bandor bûye.”
 
‘Bila deriyên Îmraliyê bên vekirin’
 
Tulayê, destnîşan kir ku 21 meh in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û wiha bi lêv kir: "Di serî de Gelê Kurd, parêzer û hêzên demokrasiyê bi fikarin. Pergala Îmraliyê li ser tecrîdê hatiye avakirin. Bi cezayên eletewş hevdîtin tên qedexekirin. Di şexsê Birêz Ocalan de Gelê Kurd tê cezakirin. Armanca nobeta bi pêşengiya parlamenteran hatiye destpêkirin ev e ku deriyên Îmraliyê vebin û hevdîtin pêk bên. Pêşniyarên Abdullah Ocalan ji bo jiyana gelên Rojhilata Navîn hene. Li Rojhilata Navîn bi sedsalane binpêkirin hene. Niha li Sûriyeyê pevçûn didomin. Reçeteya bêpevçûnan konfederalîzma demokratîke. Rizgariya gelên Rojhilata Navîn di vê modelê de ye. Gelên Rojhilata Navîn dikarin qedera xwe tayîn bikin. Birêz Ocalan alî Rojhilata Navîn de xwedî wateyek wisa ye. Rakirina tecrîdê du aliyan de girîng e. Ya yekem di serî de ji Birêz Ocalan agahî girtin û ya duyem jî bi wî re deriyên diyalogê bên vekirinê ne. Rakirina tecrîdê di heman demê de wê di mijara pirsgirêka kurd de jî guherînê pêk bîne. Em nobeta edeletê li ser van du sedeman dimeşînin.”
 
‘Hemû birêvebirin destê qesrê de ye’
 
Tulayê destnîşan kir ku hemû serlêdanên wan bên encam dimînin û got: “Ji her çar alî cîhanê li dijî tecrîdê nerazîbûn heye. Li Rojhilata Navîn nivîskarên Ereb, rewşebîr ji bo azadiya Ocalan  hewl didin. Wezareta dadê tu bersiv nedaye. Rewşa ku welat têde ye nahêle tu wezaret karê xwe bikin. Hemû rêveberkirin destê Qesrê de ye. Dema wezareta dadê dibêje ‘biçin hevdîtinê bikin’ hema qesr dikeve dewrê.”
 
‘CPT peywira xwe nake’
 
Tulayê balkişand ser nêzîkatiya CPT û wiha domand: “CPT herî dawî bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir lê hîna di vê mijarê de daxuyaniyek nedaye.  Peywira CPT ev e ku pêşî li îşkencê bigire. Di serî de CPT û hemû saziyên din di vê mijarê de vexwendiyê peywirê hatiye kirin. Ji bo siyaseta Rojhilata Navîn û Sûriyeyê bazar hene. Vir de berjwendî dertên pêş. Ji ber vê jî CPT peywira xwe nake. Divê CPT peywir û berpirsyariya xwe bîne cih. Heta ku tecrîd bidawî nebe wê çalakiya me bidome.”