ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2023'YAN

  • 09:00 22 Çile 2023
  • Rojev
 
*Serhat Erdogan di encama êrişên çekên kimyewî de hat qetîl kirin, dayika wî Sabriye Erdogan, bertek nîşan da û got: "Dê heya kengê xwîn birije. Dilê me tijî kul û birîn e. Ez bang li kurdan dikim ku tifaqa xwe pêk bînin. Tenê tifaqbûn dê serkeftinê bîne.” BI DÎMEN 
 
*Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogullari der barê nobeta li dijî tecrîda li Îmraliyê dane destpêkirin de axivî û da zanîn ku CPT û saziyên navneteweyî peywira xwe naynin cih û got: “Saziyên navneteweyî dikin qurbana têkiliyên netew dewletan."  BI DÎMEN 
 
*Lîstikvanên Tîma Jinan a Amedsporê diyar kirin ku niha xebatên wan dimeşin û di hefteyek girîng de ne û gotin: “Piştî 7 salan şûnde yekem car em wek Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê li cihekî pir xweş in. Hedefa me ne rêza çaran e, hedefa me rêza yekem e.”
BI DÎMEN 
 
*HDK di 29’ê Çileyê de bi dirûşma ‘li dijî faşîzm û binpêkirinê em li meclîsên demokratîk bên gel hev’ diçe 12’emîn Lijneya Giştî. Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr beriya lijneya giştî axivî û got wê lijne bibe bersiva polîtîkayên tecrîd û şer. BI DÎMEN