Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Tiltemir meş

  • 18:45 21 Çile 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Tecrîda li dijî rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi meşekê li navçeya Til Temirê hat şermezarkirin.
 
Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, şêniyên navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê bi meşekê tecrîda li ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir. 
 
Meş li dawiya Kolana Şehîd Omer Baravî ya qada navçeyê rawestiya. Endama Kongra Star Zehra Emîn daxuyaniya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê xwend. Di daxuyaniyê de balkişandin ser komkujiyên dewleta Tirk ên dijî mirovahiyê û tecrîda li ser Abdullah Ocalan Ocalan  û wiha hate gotin: "Dewleta Tirk a dagirker difikire ku bi girankirina tecrîda li ser Rêbertî dikare berxwedana li çiyayên Kurdistanê bi dawî bike û projeya neteweya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe.”
 
Her wiha hate diyarkirin ku dewleta Tirk bi hemû rê û rêbazan hewl dide destkeftiyên gelan têk bibin û hate gotin: "Divê her yek ji me erkê ku dikeve ser milê xwe nas bike û banga azadiya fîzîkî ya Rêbertî bike."