Li Edeneyê li dijî tecrîdê greva birçîbûnê

  • 15:59 21 Çile 2023
  • Rojane
 
EDENE - Li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan endamên ESP û SDGF’ê li Edeneyê jî dest bi greva birçîbûnê kirin. Di çalakiyê de banga têkoşîna hevpar hat kirin.
 
Endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Çalakiya greva birçîbûnê ya endaman didome. Her wiha piştî Îzmîr û Stenbolê li Edeneyê jî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê bi dirûşmeya “Em ê piştgiryê bilind bikin, tecrîde bişkînin” li şaxa Komelya Mafê Mirovan (ÎHD) a Edeneyê bi daxuyaniyekî dest pê kir. Rêveberê ESP’ê yê Edeneyê Emrah Topaloglû û endamê SGDF’ê Tuncay Yildirim Ozen wê çalakiya greva birçîbûnê bidomînin.
 
Endamên ESP û SGDF’ê û nûnerên ÎHD, HDP, TOP, EMEP û rêxistinên sivîl tevlî daxuyaniyê bûn. Emrah Topaloglû diyar kir ku ew piştî Îzmr û Stenbolê li Edeneyê jî dest bi greva birçîbûnê kirine. Emrah bal kişand li ser rewşa girtiyên nexweş û banga têkoşîna hevpar kir. 
 
Endamê SGDF’ê Tûncay Yildirim Ozen jî anî ziman ku desthilatdarî bi girankirina tecrîdê re dixwaze zextê li girtîgehan bike û mafê jiyanê ya girtiyan binpê bike. Tuncay diyar kir ku ew bi greva birçîbûnê re dixwazin tecrîda mutleq rakin û vê rewşê bikin rojeva hemû kesan. 
 
Hevserokê AATÛHAY-DER’ê Nîmet Sezgîn anî ziman ku tecrîda mutleq di şexsê Abdullah Ocalan de li hemû girtîgehan û welat roj bi roj zêdetir dibe. 
 
Herî dawî daxuyaniya hevpar ji aliyê Emrah Topaloglû ve hate xwendin. Emrah diyar kir ku tecrîda herî giran li hemberî Abdullah Ocalan tê pêkanîn û destnîşan kir ku ew çalakiya xwe ji bo ku dawî anîna binpêkirinên mafan ên li ser hemû girtiyan û bi taybet li hemberî qedexe û tecrîda li ser Abdullah Ocalan li dar xistine.
 
Hate diyarkirin ku Emrah û Tuncay ê ku dest bi greva birçîbûnê kirin wê serdana hin saziyên sivîl û partiyên siyasî jî bikin.