Li Kobanê atolyeya şanoyê ya nû dest pê kir

  • 15:45 21 Çile 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kobanê ku karên çand û hunerê yên cihêreng lê tê kirin, atolyeyeke nû ya şanoyê dest pê kir.
 
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mehên dawî ji bo pêşvebirina karên şanoyê û gihandina şanogeran, kar tê meşandin. Komuna Şano ya Rojava piştî projeya '2 atolye, 2 lîstik' a meha derbasbûyî li Kantona Cizîrê derbasî meriyetê kir, niha jî li Kobanê şanoyeke nû da destpêkirin.
 
Komuna Şano ku nêzî hefteyeke li navenda çand û hunerê ya Baqî Xido karên atolyeyê dimeşîne, bi pêşengiya Simko Cûdî û Baz Kobanê bi bernameyeke girîng dest bi kar kir. Bernameya dersê ku ji aliyê teorîk û pratîkî ve hate amadekirin, gelekî dewlemend e.
 
Li vê atolyeyê tevî şanogeriya Kurd her wiha jiyana gelek kedkarên şanoyê yên li cîhanê navdar in, tê lêkolînkirin.