Hevpeymaniya Jinên Herêma Kurdistanê bernameya kar û xebatê eşkere kir

  • 15:17 21 Çile 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevpeymaniya Jinên Herêma Kurdistanê ku ji gelek rêxistinên jinan, aktîvîst û akademîsyonên jin pêk tê, îro li bajarê Silêmaniyê encamnameya civîna xwe ya dawî ya di navbera 20-21’yê Kanûna 2022’yan de hatibû lidarxistin, bi civînek çapemeniyê eşkere kir. Hevpeymaniya Jinên Herêma Kurdistanê wê ji bo Kurdistanek pêşkeftî ku wekheviya zayendî tê de pêk were xebatê bike.
 
Hevpeymaniya Jinên Herêma Kurdistanê ku ji gelek rêxistinên jinan, aktîvîst û akademîsyonên jin pêk tê, îro li bajarê Silêmaniyê encamnameya civîna xwe ya dawî ya di navbera 20-21’yê Kanûna 2022’yan de hatibû lidarxistin, bi civînek çapemeniyê eşkere kir. Di encamnameyê de jinan diyar kir ku di civînê de rewşa niha ya jinan, derfet û astengiyên li pêşiya tevgerên jinan ên li Kurdistanê nîqaş kirine.
 
Herwiha di civînê de li gorî nîqaşan bermane û plansaziya sala 2023’yan hatiye diyarkirin. Li gorî encamaneyê, wê karê wan ên berê yên li ser hîmê biryar û peymanameyên cîhanê, bi taybet peymana Sîda ku taybet ji bo dawîlêanîna hemû cureyê cudakariya û şîdeta li hemberî jinan e ku di sala 1979’an de ji aliyê Meclîsa Giştî ya Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatiye pêşkêşkirin û di sala 1981’ê de ketiye meryetê bên meşandin.
 
Hevpeymaniya Jinên Herêma Kurdistanê tekezî li ser Kurdistanek pêşkeftî, demokratîk û medenî dike ku têde wekheviya zayendî hebe û mafên hemû ferdên civakê parastî be.
 
Hevpeymaniya Jinên Herêma Kurdistanê daxwaz ji Serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Meclîsa Bilind a Jinan û aliyên peywendîdar kir ku berdewam piştgirî û hevkariya Hevpeymaniya Jinên Herêma Kurdistanê bikin, heta ku bikare bi hev re kar û xizmeta zêdetir û bi bandortir pêşkêş bikin û saziyên taybet ên ji bo pêşkeftina jinan bi hêztir bikin.
 
Di dawiya sala 2021’ê de li Hewlêrê, Rêxistina ‘Em ji bo pêşkeftina jinan hene’ bi hevkariya Rêxistina Norvêçî ya (NPA) û Meclîsa Bilind a Jinan Hevpeymaniya Jinên Herêma Kurdistanê hate avakirin.