Çalakiya Malbata Şenyaşar 684 roj in didome

  • 13:08 21 Çile 2023
  • Rojane
 
RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar 684 roj in didome. Di çalakiya îro de wiha hat gotin: "Heta ku edalet neyê wê ev pankart li ber deriyê Edliyeya Rihayê bimîne.”
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 684’an de berdewam dike. Malbat ji ber dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye nobetê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne. 
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Heta ku edalet neyê wê ev pankart li ber deriyê Edliyeya Rihayê bimîne. Sedema derengmayîna edaletê parlamenterekî ku @akpartiurfayê qewirandî ye. Kesên bêedaletiyê ji nedîtî ve tên ne tenê li Rihayê wê li seranserî welat winda bikin.”