Cezayê hucreyê dan rojnameger Derya Ren

  • 11:42 21 Çile 2023
  • Hiqûq
 
AMED – Nûçegihana ajansa me Derya Ren, ji ber ku li dijî lêgerîna tazî derket cezayê hucreyê ya 3 rojan lê hat birîn. 
 
Çend bertek û nerazîbûnên sazî û rexistinên sivîl didomin jî li girtîgehan binpêkirina mafan didome. Girtîgeha ku zext lê zêdebûye jî Girtîgeha Jinan a Amedê ye. Nûçegihana ajansa me Derya Ren di 25'ê cotmeha 2022'yan de ji ber ku cezayê wê hebû hat girtin û ew şandin Girtîgeha Jinan a Amedê. Hat diyarkirin ku ji ber ku Derya li dijî lêgerîna tazî derketiye cezayê hicreyê lê hatiye birîn. 
 
Derya dema nû hat girtin lêgerîna tazî lê hatibû ferzkirin. Ji ber ku Derya li dijî vê yekê derket û ji hêla 5 gardiyan ve lêdan xwar. Derbarê lidij derketina lêgerîna tazî de lêpirsîn hat destpêkirin. Di encama lêpirsînê de biryara cezayê hucreyê ya 3 rojan li Deryayê hat birîn. 
 
Her wiha hat diyar kirin ku gardiyan her tim bi ser koguşan de digire û dest datîne ser tiştên girtiyan. 
 
Her wiha parêzerên Deryayê li dijî cezayê ku hat dayîn serî li dozgeriyê dan.