MXDŞ: Divê kesên bûne sedema fermanê bên darizandin

  • 09:49 21 Çile 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - MXDŞ, bang li dewleta Elman kir ku biryara jenosîta li ser êzidiyan bi pratîkî pêk bîne û gotin: "Divê kesên bûne sedema Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an bên darizandin.”
 
Li ser biryara naskirina komkujiya êzidiyan a sala 2014’an a ji aliyê Elmanyayê ve Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) daxuyaniyek nivîskî weşand. 
 
MXDŞ’ê diyar kir ku tenê bi gotinê nabe divê welatên ev komkujî wek jenosît naskirine di aliyê pratîkî de kar û xebatên xwe bidin meşandin û wiha hat gotin: “Divê ew bendên di çarçoveya jenosîtê ne li gor berjewendiyên Êzdiyan in bên gurhertin. Em bang li welatên navneteweyî dikin ku kesên bûne sedema fermanê bên darizanidin.
 
Di serî de em spasiya dewleta Elman û hemû perlemanterên  perlemantoya wî welatî dikin ku di biryara jenosît naskirina komkujiya êzdiyan de destek dane. Ev biryar ji bo civaka êzidî girîng e û lazime hemû welatên din jî vê komkujiyê wek jenosît nas bikin.
 
Di bendên biryarê de qebûlkirina wan zarokên ji çeteyên DAIŞ’ê çêbûne, pêwîste li birçav bê derbaskirin, ji ber ku di nava civak me de nayê qebûlkirin. Erka li ser Meclisa Ruhanî ya Êzdiyane li ser vê mijarê bisekine.
 
Ferman û qirkina êzdiyan heta niha bi dawî nebuye, PDK ku sedema Fermanê ye li ser gelê me yê koçber siyetê dike. Wan  ji berjewendiyên xwe yê hizbî re bikartîne û dike dijminê koka wan.  Peymana 9’ê Cotmeha 2020’an jî heman plana tinekirina êzdiyane, ev peyman me ji berê de wek fermana dibin navê qanûnê de bi nav kir. Em bang li hemû welatên ku dixwazin komkujiya Êzidiyan wek jenostî nas bikin, dikin ku peymana 9’ê cotmehê bê betalkirin.
 
Jenosît girîng e, lê ji wê girîngtir pêşîgirtina li fermana gel e. Em gihîştine wê baweriyê, eger Şengal ne xweser be, wê pêşî li fermana neyê girtin. Pêkanîna vê daxwaza civaka êzidî pêwîste were pejirandin.”