Wê doza Pinar Gultekin ji nû de bê dîtin

  • 09:04 21 Çile 2023
  • Rojane
 
MUGLA - Cezayê li kujerê Pinar Gultekîn, Cemal Metîn Avci hatibû birîn ji aliyê îstînafê ve hat xerakirin û ji nû ve dosya şandin dadgehê. Parêzer Kubra Denîz Çelîk da zanîn ku hêviya wan ev e ku darizandinek adîlane bê kirin û banga piştgiriya rayagiştî kir.
 
Di 2020’î de li Muglayê xwendekara zanîngehê Pinar Gultekîn a 27 salî ji aliyê Cemal Metîn Avci (32) ve hatibû qetikirin û gumanbar ji sûcê ‘bi hestên çavsorî bi eziyet û plankirî kuştina kesan ’ dihat darizandin û doz wê nû de bê dîtin. Dadgehê ji sûcê ‘kuştina kesan a plankirî’ , daxistina tahrîka bêmaf pêk anî û 23 sal ceza da gumanbar. 4’emîn Daîreya Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Îzmîrê biryar xera kir û dosya lêkolîn kir, şûnde şand dadgehê. Doz wê ji nû de bê dîtin û rûniştin di 11’ê Sibatê de tê dîtin.
 
Yek ji parêzerên malbata Pinarê, Kubra Denîz Çelîk der barê dozê de axivî.
 
Rûniştin di 11’ê Sibatê de ye
 
Kubrayê da zanîn ku biryara der barê gumanbar de hatiye dayîn dijhiqûqî ye û dozgeriyê der barê vê de serî li 4’emîn Daîreya Cezayê Dadgeha Edliyeya Herêma Îzmîrê daye û got: “Bi darizandina ji nû de dikare ev rewş bê sererastkirin. Îstînafê ji esasê dikaribû red bikira.  Lê got dijhiqûqî ye. Hêviya me ev e ku bibînin ku tahrika bêmaf tune ye. Di 11’ê Sibatê de rûniştin wê pêk bê. Di vê rûniştinê de wê biryar bê dayîn.”
 
‘Wê ji sûcê bi hestên çavsorî kuştina kesan, ceza bê xwestin’
 
Kubrayê bal kişand ser ‘daxistina tahrîka bêmaf’ ya der barê gumanbar de hatiye dayîn û destnîşan kir ku daxistina mijara gotinê ye li dijî hiqûqiyê ye û got: “Ji ‘kuştina kesan a plankirî’ hukum dan gumanbar. Lê di vir de sûcê ‘bi hestên çavsorî kuştina kesan ’ heye.  Em ê vê di rûniştinê de bînin ziman. Hêviya me ev e ku daxwazên me li ber çavan bên girtin.”
 
‘Em piştgiriyê dipên’
 
Kubrayê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku tahrîka bêmaf a ji bo gumanbar hatiye pêkanîn, di rayagiştî de rê li ber bertekên mezin vekiriye û wiha dawî lê anî: “Tevî ku Pinar bi zindî hat şewitandin 23 sal ceza dan gumanbar. Tu wijdan vê biryarê qebûl nake. Rayagiştî jî wijdanan jî ev qebûl nekir. Di vî alî de hêviya me ev e ku edalet û hiqûq pêk bê. Di vî alî de em li bende piştgiriyê ne.”