‘Bi polîtîkayên şerê taybet nirxên gel hedef tên girtin’

  • 09:03 21 Çile 2023
  • Rojane
 
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Hevseroka HDP’ê ya Bajarê Sêrtê Hatîce Tay, destnîşan kir ku cil û bergên unîformayî li herêmê di polîtîkayên şerên taybet de wek mertal tên bikaranîn û got: “Ev polîtîkayên şerê taybet di demên dawîn de belavtir bûne, bi van polîtîkayan re dixwazin êrîşî hemû nirxên civakê bikin û civakeke dejnere û bê bîr û bawerî biafrînin .”
 
Di encama polîtîkayên şerê taybet ên li Wan, Şirnex, Colemêrg, Sêrt û gelek bajarên Kurdistanê de, destdirêjî û tecawiza li dijî jin û zarokan zêde dibin. Herî dawî li Sêrt'ê zarokek 13 salî 2 sal bi awayekî sîstematîk tecawizî wê hatiye kirin. Dîsa li Wanê 2 leşkeran bi peyman tecawizê jineke Afganî kirin. Li Şirnexê jî bikaranîna tiryakê ji aliyê cerdevan û erkdarên dewletê ve tê belavkirin, jin dikevin nava tevna tiryak û fuhûşê. 
 
Têkîldarî mijarê Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bajarê Sêrtê Hatîce Tay nirxandin kir.
 
‘Civakek bê bîr û bawerî diafrînin’
 
Hatîce, diyar kir ku bi polîtîkayên şerên atybet li herêmê dejenerasyonek çandî heye û wiha axivî: “Demên dawîn de ciwan û jin dibin hedefa şerê taybet. Bikaranîna hişbirê di nav ciwanan de pir zêde ye. Bi taybetî jinên ciwan bi bikaranîna madeyên hişber re dikevin tora fihûşê. Ev polîtîkayên şerê taybet di pêvajoya dawîn de belavtir dibe û bi vê yekê tê xwestin ku civakek bêyî exlaq, bêyî bûr û bawerî bê avakirin. Polîtîkayên bêcezakirinê yên heyî jî dibin sedem sedem ku ev pêkanîn di nava civakê de bêhtir belav bibin. Ger kesên ku sûcekî eşkere kiribin bên berdan û neyên cezakirin, wê demê tu astengiyeke hiqûqî namîne. Yek ji sedemên herî girîng ên zêdebûna sûcanên bi vî şiklî jî ev e.”
 
‘Nirxên çandî di hedefê de ye’
 
Hatîce, destnîşan kir ku li Wan, Şirnex û Sêrtê jî tê xwestin ku çanda qirêj bê afrandin û got: “Polîtîkayên bêcezahiştinê dibin sêdema zêdebûna bûyerên tacîz û tecavûzê. Li Kurdistanê bi konseptek şerê taybet bi zanebûn ev bajar tên bijartin. Li van bajaran nirxên çandî yên exlaqî ji holê tên rakirin. Civak her ku dejenere dibe, ji nirxên xwe û û ruhê têkoşînê dûr dikeve. Divê jin li hemberî polîtîkayên şerê taybet baldartir tevbigerin û li dijîzextên civaka feodal seknekê têkoşer nîşan bidin. Divê civak ser van bûyeran negire û kesên sûcê tecawizê dikin werin teşîrkirin.”
 
‘Unîformayên dewletê wek mertal tên bikaranîn’
 
Hatîce, anî ziman ku gelek bûyerên tacîz û tecavûzê nayên ronîkirin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Bûyera Îpek Er mînaka herî şenber a polîtîkayên şerê taybet ya bi kincên unîformayî yên dewletê ye. Bûyerên bi vî rengî ku hîna nehatine aşkerakirin jî hene. Astengkirina ronîkirina van bûyeran rêjeya van sûcan zêdetir dike. Unîformayên dewletê ku cerdevan û leşker li xwe dikin wek mertal tên bikaranîn. Mixabin me di mijara Îpek Er de ev  pir eşkere dît. Binçavkirina kiryar Musa Orhan di demeke pir kin de qediya û serbest hat berdan. Mîna ku ev ne bes be, gelek jinên hunermend ên ku di raya giştî de bertek nîşan dan jî bi hinceta heqaretet li Mûsa Orhan kirine hatin cezakirin. Belkî li dora me bi sedan mînakên wekî Îpek Er hebin lê belê ji ber çanda feodal û tirsê ser wan tê girtin. Ew jî dibe sedema zêdebûna bûyerên xwekuştinê. Jinên ciwan dikşînin nava tora hişbir û tiryakê û di nav tora fuhuşê de gef li wan tê xwarin. Ji ber gef û şantajan, jinên ciwan xwekuştinê çareserî dibînin. Divê jin zêdetir li ser mijarên bi vî rengî rawestin û têkoşînek mezin bê dayîn.”
 
.