ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2023'YAN

  • 09:00 21 Çile 2023
  • Rojev
 
*Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê ya Şahbayê Zahîde Memo têkildarî Konferansa yekemîn a zanistî a li dar xistine re nêrînên xwe parve kir û got: “Konferans ji bo pêşxistina rêxistina jinê û zanista jineolojiyê gavek bû. Em îro zanista jineolojiyê gerdûnî dikin.” DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka HDP’ê ya Bajarê Sêrtê Hatîce Ay, destnîşan kir ku cil û bergên unîformayî li herêmê di polîtîkayên şerên taybet de wek mertal tên bikaranîn û got: “Ev polîtîkayên şerê taybet di demên dawîn de belavtir bûne, bi van polîtîkayan re dixwazin êrîşî hemû nirxên civakê bikin û civakeke dejnere û bê bîr û bawerî biafrînin .”
 
* Cezayê li kujerê Pinar Gultekîn, Cemal Metîn Avci hatibû birîn ji aliyê îstînafê ve hat xerakirin û ji nû ve dosya şandin dadgehê. Parêzer Kubra Denîz Çelîk da zanîn ku hêviya wan ev e ku darizandinek adîlane bê kirin û banga piştgiriya rayagiştî kir. DÎMEN HEYE
 
* Rêvebera MED TUHAD FED'ê, parêzer Aslihan Bulut diyar kir ku şewitandina înfazê zêde bûye, bi awayekî dijhiqûqî cezayên hucreyê tên dayîn û got divê binpêkirinên mafan ên li ser girtiyan demildest bi dawî bibin. DÎMEN HEYE
 
*Jinan diyar kirin ku sûcên destdirêjî û kuştinên jin û zarokan yên ji aliyê polîs, leşker û cerdevanan ve tên kirin zêde bûne, her wiha polîtîkaya bêcezahiştinê pêk tê û ev jî teşwîqî sûc dike. Jinan gotin wê di pêvajoya pêş de ‘tundiya leşker, cerdevan û polîsan’ nîqaş bikin. DÎMEN HEYE
 
* Hevseroka Şaxa SES'ê ya Amedê Yildiz Ok Orak, diyar kir ku ji ber virûsa ku hêj navê wê nehat zanîn beşên lezgîn ên nexweşxaneyan tije bûne û anî ziman ku ev virûs tim xwe diguherîne û got: "Virûs cuda ne, lê rêbaza parastinê yek e, ev jî hîjyen e. BI DÎMEN