Dadgeriyê cezayê gumanbarê tacîzê xera kir

  • 19:50 20 Çile 2023
  • Rojane
STENBOL- 18 sal cezayê li gumanbar Volkan Kabak ku destdirêjiya sîstematîk li zarokê kiribû, ji aliyê dadgeriyê ve hat xerakirin û biryara tahliyeyê hat dayîn.
 
Li navçeya Îkîtellî ya Stenbolê kesê bi navê Volkan Kabak destdirêjiya sîstematîk li zarokekê kiribû. 18 sal cezayê li gumanbar hatibû birîn ji aliyê dadgeriyê ve hat xerakirin.
 
13’emîn Dadgeha Ceza giran a Bakirkoy der barê gumanbar de di 17’ê hezîrana 2022’an de ji sûcê  ‘li zaroka di bin temenê 12’yî destdirêjî hatiye kirin’ 10 sal ji ‘kes ji azadiyê bêpar hiştin’ jî 2 sal ceza hatibû dayîn. Dadgehê ev ceza ji ber li dijî keseke ku di alî ruhî û beden de nikare xwe biparêze hatiye kirin 4 sal ceza, ji ber ev sûc bi sedema zayendî hatiye kirin derxist 6 salî û bi giştî 18 sal ceza birî.
 
Hat tahliyekirin
 
Dadgehê biryara girtina gumanbar da û şand girtîgeha Tîpa T ya Tekîrdagê. Parêzerên gumanbar serî li Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Stenbolê dan. 20’emîn  Daîreya Cezaya  Herêmê di 6’ê îlona 2022’an de biryar xera kir. Parêzerên zarokê jî biryar birin dadgeriyê. 
 
9’emîn Daîreya Cezaya Dadgeriyê di 16’ê Çile de biryar axwe da û biryara dadgeha herêmî di cih de dît û biryara tahliyeyê da.