Daxwaza girtinê ya ji bo kiryar Burak Ercan hat redkirin

  • 16:39 20 Çile 2023
  • Hiqûq
 
ŞIRNEX - Danişîna 3’yemîn a doza kiryar Burak Ercan ê ku 42 zarokên xwendevan bi peyamên telefonê tacîz kiribûn hat dîtin. Daxwaza girtinê ya ji bo kiryar hat redkirin.
 
Burak Ercan ê ku li Lîseyeyeke li navçeya Cizîra Şirnexê peywirdar bû ku di heman demê de jî nûnerê dibistanê û Egitîm Bîr - Sen a ku Girêdayî Memûr-Senê ye, bi peyamên telefonê nêzî 42 xwendekarên zarok taciz  kiribûN. Derheqê Burak Ercan de 2 doz hatibûn vekirin.  Daneşina Doza kiryar iro li Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê hate dîtin.  Baroya Şirnexê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şirnexê, KESK, Egîtîm Sen, Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan(HDP)  Nuran Îmîr, Rêxistina HDP’ê yê navçeya Cizîrê daneşîn şopandin. Kiryar Burak Ercan jî bi rêya SEGBÎS’ê tevli danişînê bû. 
 
Danîşînê bi guhdarkirina xwendevan dest pê kir. Ji du xwendevanên ku li daneşînê amade bûn yekê di axafitina xwe de got ku wê gilî kiriye lê piştre îfadeya xwe paşve kişandiye.û tiştî di îfadeyê de hatine gotin hemû rast in. 
 
Xwendevana din jî ku axivî destnîşan kir ku divê kiryar were cezakirin û wiha got: “Min ji bo dersa îngîlîzî ders jê werdigirt. Gelek nêzî min tevdigeriya, lê belê min wek têkiliya xwendevan û mamoste hesiband. Piştî demekê ji min re karîkaturên zayendî û axaftinên zayendî bi peyamê rêkirin. Lewra min ferq kir ku bi armancek cuda nêzî min dibe. Piştî vê min gilî kir. Mamosteyên min ji bo ku gilî bikim alikariya min kirin û piştgirî dan. Ez dixwazim edalet pêk were û kiryar were cezakirin.”
 
Kiryar xwe parast
 
Kiryar Burak Ercan jî îddîayên derheqê xwe de red kirin û got: “Îdia ne rast in. Îddîayên dereheqê min de kumpas in. Îddîayên ku tên kirin ne li gorî şert û mercên jiyana min in. Ên giliyê min kirine rikê wan ji min tê.”
 
Parezerê Burak Ercan Yasîn Şen jî îddîayên derbarê muwekîlê xwe de red kirin û serbestberdana kiryar Burak Ercan xwest.
 
Daxwaza tevibûnê ya Baroya Şirnexê hat redkirin
 
Her wiha li ser navê Baroya Şirnexê parezêr Aycan Îrmez jî xwest tevli daneşînê bibe, lê daxwaz ji aliyê şandeya dadgehê ve hat redkirin
 
'Burak Ercan li ser peywira xwe ye'
 
Parezêr Salîh Ecer jî ku tevli dozê bû daxwaza girtina Burak Ercan kir û destnîşan kir ku Burak Ercan di pêvajoya darizandinê de hê jî li ser peywira xwe ye û ev ji bo xwendevanan xeterî ye.
 
Parezêr Aycan Îrmez jî ya ku doz şopand destnîşan kir ku biryarên tên girtin girtin dibin sedema travmayan. 
 
Doz hat taloqkirin
 
Piştî navberek kurt şandeya dadgehê biryara xwe aşkere kir. Derheqê Burak Ercan de berdewamiya darizandina negirtî hat dayîn û ji bo kêmasiyên di dosyayê de  bên rastkirin doz taloqî 10’ê Adarê hat kirin.