Egîtîm Sen: Perwerdehiya li dibistanan ji zanist û zimanê zikmakî dûr e

  • 16:25 20 Çile 2023
  • Rojane
 
AMED – Derbarê heyama yekemîn ya sala perwerdehiya 2022-2023’yan de Egîtîm Sen raporek parve kir û da zanîn ku perwerdehiya li dibistanan tê dayîn ji zanist û perwerdehiya zimanê zikmakî dûr e.  
 
Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) yên şaxên Jimara 1’an û 2'yan ên Amedê têkildarî heyama yekemîn ya sala perwerdehiya 2022-2023’yan li avahiya xwe ya li semta Ofîsa Amedê civîna çapemeniyê li dar xistin û raporek parve kirin. Hevserokê Şaxa Jimara 2’yan a Egîtîm Senê Hasan Çitrik rapora amade kiribûn xwend. 
 
Di raporê de wiha hat gotin: 
 
"Tevgerên desthilatdariya siyasî û Wezareta Perwerdehiya Milî (MEB) bi dûrxistina têgihiştina ji demokratîkî, giştî û zanistî ya perwerdeya bi zimanê dayikê, kêmbûna kalîteya perwerdehiyê bi lez kirin. Pergala perwerdehiyê ji wekheviya zayendî dûr e û her ku diçe di bin zext û kontrola tund a desthilatdariya siyasî û îdeolojiya serdest de ye. Kêşeya aborî ya her ku diçe kûrtir dibe, zêdebûnên bê rawestandin, enflasyoneke rastîn ya sê hejmarî û hêza xerîdar (muşterî) a her roj kêm dibe û ji ber vê yekê gihîştina xwarinên bingehîn jî zehmet dibe. 
 
Di van şertên ku xwarin ji bo zarokan girîng e de, buhayê madeyên xwarinê yên bingehîn wek şîr, hêk, penêr, zeytûn û hwd 3-4 qat zêde bûye. Di van şert û mercan de malbatên ku divê rojane xwarineke cuda ji zarokên xwe re amade bikin, nikarin goşt, şîr, fêkî, hêk, penêr û zeytûn û hwd. bikirin.
 
Eşkere ye ku pirsgirêkên di pergala perwerdehiyê de ji pêşketinên aborî, civakî û siyasî yên li welêt qut nîne. Egîtîm Sen bi biryar e ku ji bo mafê perwerdehiya giştî, zanistî, demokratîk û laîk û bi zimanê zikmakî têkoşîna xwe bênavber bidomîne.”