Mala Êzidiyan: Li Efrînê berxwedaneke mezin pêk hat

  • 12:51 20 Çile 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê bi boneya salvegera êrişên dewleta tirk ên li dijî Efrînê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin li Efrînê berxwedaneke mezin pêk hat. 
 
Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê pakrewanên Pêngava Gurzê Gelan bi bîr anîn û diyar kir ku berxwedana Efrînê têgeha berxwedanê ji hemû cîhanê re îsbat kir û got "Divê em vê dîrokê biparêzin û bi bîr bixin."
 
Di daxuyaniyê de hate gotin dijmin Efrîn û çanda wê bi awayekî hovane kir hedef û destnîşan kir ku li wir armancên dewleta tirk pêk nehatin. Ji ber ku li Efrînê berxwedaneke mezin pêk hat û “têgeha berxwedanê ji hemû cîhanê re îsbat kir” û nêzî 2 mehan wê berxwedanê dewam kir.
 
Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin di heman dîrokê de dagirkeriyê bi rêya plana xwe ya li dijî girtîgeha Sînaa hewl da Hesekê dagir bike û ji nû ve xîlafeta DAIŞ'ê vegerîne. Lê bi saya berxwedana gelê herêmê û hêzên wê ew plan bi ser neket û şehîdên Gurzê Gelan bi bîr anîn.
 
Mala Êzidiyan di daxuyaniyê de eşkere kir ku li hember van sûcan û di vê roja dîrokî de parlamentoya Elmanyayê jenosîd û qirkirina li Şengalê li dijî êzidiyan ji hêla rêxistina DAIŞ'ê ve pêk hatî nas kir. Ji ber wê divê bandorên vî sûcî werin rakirin, ji nû ve Şengal were avakirin û koçberên wê vegerin.
 
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku divê ev dîrok were bibîrxistin ku bibe şahidê serkeftinê, ew jî projeya demokratîk anku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.