Ji bo piştevaniya berxwedana Îranê bername

  • 20:42 19 Çile 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Zanîngeha Mozarte ku li Salzbûrgê ye, ji bo piştevaniya bi gelên Îranê re bernameyek hat lidarxistin.
 
Li Zanîngeha Mozartê ya li bajarê Salzbûrg a Awûstûryayê, ji bo bibîranîna kesên di xwepêşandanên protestoyî yên li Îranê de jiyana xwe ji dest dane û piştevaniya bi gelên Îranê re bernameyeke muzîkal pêk hat.
 
Di bernameyê peyama xwedî derketina li têkoşîna Jîna Emînî hat dayîn û dirûşmeya “Jin jiyan azadî“ bi gelek zimanan hat berzkirin.Hunermendên Kurd Îranî û Awûstûryayî performansên kurt ên muzîkal pêşkêş kirin. Sînevîzyoneke li ser xwepêşandanên li Îranê hat nîşandan.
 
Rektorê zanîngehê Prof. Elîsabeth Gûtjahr jî tev li bernameyê bû û axaftinek kir.