Temenê zarokan mezin kirin û biryara dersînorkirinê dan

  • 20:35 19 Çile 2023
  • Rojane
ÎZMÎR- Du zarokên ku xwişk û birayên hev yên Kongoyî yên li Navenda Şûnde Şandinê ya Harmandali dihatin girtin, temenê wan hat mezinkirin û biryara dersînorkirinê hat dayîn.
 
Der barê du zarokên Kongoyî yên xwişk û birayên hev yên li Navenda Şûnde Şandina Harmandali (GGM) ya Îzmîrê  diman û bi parêzeran re hevdîtin nekirine, biryar dersînorkirinê hat dayîn. Zarokên meha Kanûnê de bi malbata xwe re ji bo biçin Ewropa hatin Îzmîrê, piştî malbata wan çûn Ewropa ew li Îzmîrê man. Zarokên temenê wan 15 û 16 bûn birin GGM’ê. Xwişk û birayên hev ku birin nexweşxanê bi testa temenê hestî salên wan hatin mezinkirin û biryara dersînorkirina wan hat dayîn. 
 
‘Em ê serî li DDB’ê bidin’
 
Parêzer Duygu Înegollu der barê tiştên hatine jiyînê de agahî da Ajansa Mezopotamya (MA) û diyar kir ku zarok dixwazin biçin cem malbata xwe û wiha got: “Di rewşa zarokan bişînin Kongoyê wê malbat parçe parçe bibe. Zarokan çend caran hewl dan biçin Ewropa lê xizmeta şêwirmendiyê negirtin. Ger malbat li Ewropa wek penaber bên nasîn wê bişînin. Lê ji bo vê jî divê ev li vir wek zarok bên venasîn. Der barê van de me 16’ê Çile de serlêdana sûc kir û îtîrazê biryara dersînor kir. Em ê îtîrazê tespîta temen jî bikin. Em encamekê negirin em ê serî li Dadgeha Destura Bingehîn (DDB) bidin. Heta mafên wan neyên girtin wê têkoşîna me bidome.”