Înfaza girtî Aliye Suer hat şewitandin

  • 18:06 19 Çile 2023
  • Rojane
AMED- Girtiya bi navê aliye Suer ya li girtîgeha Jinan a Amedê girtiye, înfaza wê hat şewitandin û tahliya wê 6 meh hat taloqkirin.
 
Li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê li hember girtiyan binpêkirina mafan didome û înfazên girtiyan bi awayekî kêfî tên şewitandin. Aliye Suer ya li girtîgeha Jinan a Amedê 3 sal û 4 mehegirtiye înfaza wê hat şewitandin û tahliyeya wê 6 mehan hat taloqkirin.
 
Parêzera Aliyeyê diyar kir ku der barê şewitandina înfazê de serî li Dadgeriya Înfazê ya Amedê dane û îtîraza mijara gotinê jî hatiye redkirin.