Endamê Ocaxa Ulkucî jinek birîndar kir
- 19:17 11 Çile 2023
- Rojane
ENQERE- Endamê Ocaxa Ulkucî Necîp Mert Yalçin bi kêrê jina bi navê E.M birîndar kir.
Xwendekarê pola 4’emîn a beşa Îşletme ya Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê (SBF) û endamê Ocaxa Ulkucî Neçîp Mert Yalçin du şevê saet di 01.30’an de jina bi navê E.M ya ji Pirtûkxana Mulkiye ya Kampusa Cebecî derket û diçû mala xwe, şopand bi kêrê êrîş kir û birîndar kir.
E.M bi ambulansê rakirin nexweşxanê û hat hînbûn ku kezeb û damarên E.M zirar dîtiye. Dermankirina E.M ya li beşa giran didome.
Piştî bûyerê gumanbar Necîp Mert Yalçin teslîm bû û hat hînbûn ku gumanbar berê jî di bûyerên wisa de cih girtiye.