Endamê Ocaxa Ulkucî jinek birîndar kir 2023-01-11 19:17:40   ENQERE- Endamê Ocaxa Ulkucî Necîp Mert Yalçin bi kêrê jina bi navê E.M birîndar kir.   Xwendekarê pola 4’emîn a beşa Îşletme ya Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê (SBF) û endamê Ocaxa Ulkucî Neçîp Mert Yalçin du şevê saet di 01.30’an de  jina bi navê E.M ya ji Pirtûkxana Mulkiye ya Kampusa Cebecî derket û diçû mala xwe, şopand bi kêrê êrîş kir û birîndar kir.    E.M bi ambulansê rakirin nexweşxanê û hat hînbûn ku kezeb û damarên E.M zirar dîtiye. Dermankirina E.M ya li beşa giran didome.   Piştî bûyerê gumanbar Necîp Mert Yalçin teslîm bû û hat hînbûn ku gumanbar berê jî di bûyerên wisa de cih girtiye.