Jinan li dijî şer û tundiyê soza têkoşînê dan
- 14:41 26 Mijdar 2022
- Rojane
EDENE / HATAY-Li Edeneyê ji bo jinên hatine qetilkirin şitil hatin çandin. Li Hatayê jî jinan li dijî şer û tundiyê soza têkoşînê dan.
Li navçeya Kozanê ya Edeneyê jinan ji bo balê bikşînin ser komkujiyên li ser jinan şitil şandin. Parlamenterên HDP'ê û gelek jin beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de soza hevpar a li dijî tundiya li ser jinê hat dayin.
Hatay
Atkivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Rêxistina HDP'ê ya Hatayê li Kuçeya Yeşilkoyê ya navçeya Dortyola Hatayê bi jinan hatin gel hevdu. Jinan li dijî şer û tundiyê soza têkoşînê dan. Her wiha li kuçeyê xebata stickerê kirin.