26 sal in li dijî komployê li qadan e...

  • 09:02 5 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
Oznûr Deger
 
WAN - Dayika Aştiyê Zekiye Kaya ku ji sala 1998’an ku komploya navneteweyî destpê kir heta niha li dijî zextan serî netewand û got: “Min wek dayikekê xwe bi Abdullah Ocalan nas kir. Heta tecrîda ser Rêberê gelê Kurd neqede û neyê berdan em ê têbikoşin.”
 
Komploya navneteweyî ya 9’ê cotmeha 1998’an li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin 26 sal li pey xwe hişt. Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de hat girtin û teslîmê Tirkiyeyê hat kirin. Tecrîda giran a li Îmraliyê 26 sal in didome. 
 
Jin li eniya pêş bûn
 
Li dijî komployê li Rojhilata Navîn û Ewropayê bi dehezaran kes li dijî komployê rabûn ser piyan û dengê xwe bilind kirin. Jinan di eniya pêş a berxwedanê de cih girtin û di çalakiyan de tecrîd û komplo protesto kirin.
 
Mertalên aştiyê Dayikên Aştiyê
 
Meclîsa Dayikên Aştiyê ku ji salên 90’î de ye ji bo aştiyê têdikoşi bi salane ji bo aştî pêk bê û Abdullah Ocalan azad bibe diqîrin. Yek ji Dayikên Aştiyê ku bi salane têdikoşe endama meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê Zekiye Kaya ye (65).
 
Bêyî serî bitewîne têdikoşe
 
Zekiyeyê ku jiyana xwe da ser aştî û azadiya gel, diyar dike ku ji roja komploya navneteweyî dest bi berxwedanê kiriye. Zekiye ku 26 sal in bê navber têdikoşe, bi dehan carî hatiye binçavkirin. Lê tevî hemû zextan serî netewandiye.
 
‘Em azadiyê dixwazin’
 
Zekiyeyê got ew li dijî komployê aştiyê diparêzin û wiha domand: “Bi salane em diqîrin lê fêm nakin. 26 sal in komployek li ser gelê Kurd heye. Em dayik komployê şermezar dikin. Em aştiyê dixwazin. Em di serî de bang li CPT û hemû saziyên navnetewyî dikin. Bila destê aştiyê dirêj bikin. Em bi salane têdikoşin. Dayikên aştiyê dixwazin tên binçavkirin, girtin. Êdî bes e.Em dixwazin bi zimanê xwe biaxivin. Zimanê me rûmeta me ye.  Em bang li Emîne Erdogan dikin. Ew jî dayikeke û bila ji bo aştiyê gavê bavêje.”
 
‘Çima em evqas êşê dikşînin’
 
Zekiyeyê daxuyakirin ku ew 26 sal in li berxwe dide û got wê di esasa îdeolojiya azadiya jinê ya Abdullah Ocalan de dest bi têkoşînê kiriye û wiha pê de çû: “Bila deriyê hemû girtîgehan vebibin. Em azadiya xwe dixwazin. Em komploya 9’ê cotmehê şermezar dikin. Em natirsin. Divê gel azad bibe."
 
‘Min xwe bi serokatiyê nas kir’
 
Zekiyeyê wiha dawî lê anî: “Ez ê heta dawiya jiyana xwe têbikoşim. Em aştiyê dixwazin. Divê her kes ji bo aştiyê rabin ser piya. Ez dema derdikevim kolanê hêzê digirim. Bêdengî mirin e. Min xwe wek dayikekê bi Birêz Ocalan nas kir. Heta tecrîd bidawî nebe ez ê têbikoşim.”