Li dijî komployê berxwedana dîrokî (10)

  • 09:07 5 Cotmeh 2024
  • Dosya
'Min ji fikra azadiya jinan a Rêbertî cesaret girt'
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Fayze Xelîl a ku di sala 1990'î de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dibîne û pê re hevdîtinê dike qala hestên xwe yên wê kêliyê kir. Fayzeyê wiha got:"Bi dîtina Rêbertî ez gelekî kêfxweş bûm. Rêbertî di hevdîtinê de her tim bal dikişand ser azadiya jinan. Min ji fikra azadiya jinan a Rêbertî hêz û cesaret girt."
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 9’ê Cotmeha 1998’an neçar ma ji Sûriyeyê derkeve û 4 meh şûnde jî teslîmê Tirkiyeyê hat kirin. Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha li Îmraliyê di bin tecrîda giran de ye. 43 meh in jî agahî jê nayê girtin.
 
Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di sala 26'an de ye. Di vê beşa dosyaya xwe de me ciha dan dayikên ku bi Rêberê PKK'ê re hevdîtin kirine.
 
'Min di sala 1990'î de Rêbertî dît'
 
Fayze Xelîl a ku ew di sala 1990'î de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dibîne wiha got:"Min di sala 1986'an de partî nas kir û di sala 1987'an de ez derbasî qada Rêbertî bûm û di sala 1990'î da ez bi Rêbertî re rûniştim. Di wê demê de Rêbertî xwest civînê li dar bixe. Me bi hev re civîn li dar xist."
 
'Cara yekem dema min Rêbertî dît, ez gelekî jê bi bandor bûm'
 
Têkildarî dîtina yekem a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re Fayzeyê wiha got:"Cara destpêkê ku em derbasî qada Rêbertî bûn di sala 1998'an de bû. Wê demê min Rêbertî cara yekem nedît lê me gelek heval dîtin. Em gelek bi wan re kêfxweş bûn lê di sala 1990'î de carek din ez derbasî qada Rêbertî bûm. Li vir Rêbertî xwest bi me re bicive û me hev du li wir dît. Saet di 6'ê danê sibehê de em gihiştin qada Rêbertî piştî saet 9'an bang li me kirin da ku em dakevin jêr û Rêbertî bibînin. Wê demê me rêz girt da ku em yek bi yek silav bidin Rêberê xwe. Me nedît ku Rêbertî ji ku derket pêşberî me. Rêbertî wê demê got ka bila jin derbasî pêş bibin û mêr li pişt bimînin. Di wan kêliyan de dema em derbasî pêş bûn Rêbertî ji me re got divê hûn her wisa jêhatî û qehreman bin. Di wê demê de ku min cara yekem Rêbertî dît ez gelekî jê bi bandor bûm."
 
'Rêbertî digot divê jin azad bibe'
 
Fayzeyê bal kişand ser axaftinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên li ser azadiya jinan û wiha lê zêde kir:"Rêbertî dest bi civînê kir. Wê civînê 3 demijmêran li berxwe da. Rêbertî di wê civînê de qala gelek tiştan kir û gelek mijar bi me re parve kir. Rêbertî da zanîn ku ewqas sal in dijmin desthilatdariya xwe li ser me daye ferzkirin û ewqas sal in em bindest in. Rêbertî her tim digot divê jin ne bi şûnde bin, divê jin di her qadê de cihê xwe bigrin weke qada siyasî û leşkerî divê jin ne tenê li malê be û wisa xizmetê bike û ya herî girîng divê jin azad bibe."
 
'Divê jin têbikoşin û welatê xwe ava bikin'
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Fayzeyê behsa hin kêliyên din kir û wiha pê de çû:"Dema ku ez derbasî qada Rêbertî bûm wê demê çar zarokên min hebûn. Min pir xwest ez tevlî nava refên azadiyê bibim lê ew daxwaza min pêk nehat ji ber ku çar zarokên min hebûn. Di dewamkirina civînê de Rêbertî wiha ji me re got, ' Divê em têkoşîna herî mezin bidin meşandin da ku em welatê xwe ava bikin her wiha yê herî zêde divê xebat û têkoşînê bike jin e. Divê jin xwe nas bikin. Divê jin her wisa qehreman bin. ' Êdî hêdî em bi Rêbertî re ber bi gir ve meşiyan. Li wir Rêbertî ji me re got dema min kurt e û dijmin li jorê me ye. Ez ê hêdî hêdî biçim lê beriya ku ez diçim kes dixwaze tiştekî bipirse, ji min bila bike. Di wir de dayikek axivî û got,' Rêberê min 7 kulîlkê min hebûn. Her 7 kulîlkên min jî ji bo vê şoreşê berdêl dan'. Di vir de Rêbertî got, 'Qehremantî di dayikên weke te de tê nîşandan."
 
Hevdîtina duyem a bi Abdullah Ocalan re
 
Fayzeyê wiha behsa cara xwe ya duyemîn a dîtina Abdullah Ocalan kir û got:"Cara yekem ku min Rêbertî dît temenê min 24 salî bû û cara duyem di sala 1991'ê de ez derbasî qada Rêbertî bûm. Di cara duyem de min zarokê xwe bi xwe re birin wê civînê. Keça min Ozgir a wê demê ku 8 salî bû bi min re bû. Di vir de keça min çû gel Rêbertî û jê  re got, 'Serokê min ez ê tevlî we bibim?' Heya roja din Rêbertî tim ji milet re axaftin dikir. Keça min li gel wan ma lê belê piştî wê bi rojekê keça min zivirandin malê. Ji ber ku temenê wê biçûk bû û Rêbertî jê re got dema tu mezin bû vegere ba me em ê te tevlî nava xwe kin û bi rastî piştî wê, dema keça min mezin bû tevlî nava refên şervanên azadiya Kurdistanê bû."
 
'Rêberê me çi sûc kiriye ku heta niha girtî ye?'
 
Fayzeyê da zanîn ku ew gelek hêz û moral ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan digirin û wiha got:"Bi dîtina Rêbertî re min gelek hêz û moral girt. Me bi saya Rêbertî xwe bêhtir nas kir. Me dîrok û zimanê xwe bêhtir nas kir. Di dema destpêkê de ji ber ku em di nava ereban de mezin bûn her zimanê me erebî bû. Lê bavê min li dij vê yekê disekinî û pir bi israr bû ku em bi zimanê xwe yê Kurdî bixwînin. Me gelek tişt ji Rêberê xwe girt, riya me ronî bû. Lê dema Rêberê me bi komployekê hat revandin em gelek êşiyan. Di wê demê de em ketin greva birçîbûnê. Ev bû 26 sal in Rêberê me di nava Girava Îmraliyê de ye û 4 sal in tu agahiya me ji rewşa wî nîne. Divê hemû rêxistinên navneteweyî bi erka xwe rabin. Ma çi sûcê Rêberê me heye ku ev 26 sal in hîna girtî ye?"
 
'Min rastî bi Rêberê xwe nas kir'
 
Fatme Hesen yek ji wa jinên ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dîtiye wiha hestên xwe vegot:"Dema ku me Rêbertî dît wê demê bi rastî me Rêberê xwe nas kir. Di 1995'an de xebat hat destpêkirin min jî cihê xwe beriya wê hîn di nava xebata di kolanên Helebê de girt û wisa min xebat dikir. Çi ji me dihat xwestin me dikir. Me civîn di malan de li dar dixist, ji bo rêxistina xwe me alîkarî kom dikir. Me perwerdeya xwe jî dida her wiha dîmen û dengê Rêbertî li gel me hebûn. Me di nav malan de dida guhdarkirin da ku bi vî awayî em raman û felsefeya Rêbertî bi hemiyan bidin naskirin û bi vî awayî me karê xwe dida dewamkirin."
 
'Divê jin têbikoşin'
 
Têkildarî roja ku Fatme cara yekem Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dît axaftina xwe dewam kir û wiha pê de çû:"Di navbera salên 1995-1996'an de ji me hat xwestin em derbasî cihekî bibin. Bi rastî min nizanî wê berê me ber bi ku ve bibin lê bê du dilî ez jî bi hevalan re bi rê ketim. Wê demê sê zarokên min hebûn û temenê min 35 salî bû. Em gihiştin cihê civînê ji ber ku êvar bû me nizanî em ber bi ku ve diçûn. Piştî wê Rêbertî hat û me ew dît. Min bi carekê bawer nedikir ku em ê biçin da ku Rêberê xwe bibînin. Dema Rêbertî hat nêzî 10 çirkeyan her li me hemiyan meyze dikir û kesayeta me dadihurand. Piştî wê dest bi axaftina xwe ya siyasî kir û behsa mijarên weke, azadiya Kurdistanê û têkoşîna jin û Gelê Kurd kir. Rêbertî digot divê jin kar bikin, xebat bikin ji çarçoveya karê mal derkevin. Bi wan gotinan me gelek hêz ji Rêberê xwe girt."
 
'Gotinên Rêbertî yek bi yek di mejiyê me de ye'
 
Di domandina axaftina xwe de Fatmeyê wiha got:"Dema ku min cara yekem Rêbertî dît gelek pirs di serê min de çêbûn. Min got ez ê ji Rêbertî bipirsim lê belê Rêbertî di axaftina xwe de bersiva hemû pirsên min da û heta roja me ya îro gotinên ku Rêbertî di wê demê de dikir niha pêk tê. Lewma em dibêjin Rêbertî xwedî nêrînek kûr û dûr e. Ez jî gelek bi gotin, meş, şêwaz û axaftinên Rêbertî bandor bûm. Gotinên Rêbertî yek bi yek di mejiyê me de ye û wê neyê jibîrkirin. Piştî ku Rêbertî bi me re civîn qedand xwest em bi hev re wêneyan bigrin. Me ew wêne bi hev re girt û me bi hev re soz da Rêberê xwe ku em ê têkoşîna ku me daye destpêkirin dewam bikin û  em gavê paş ve nakşînin. Heta roja me ya îro çiqas astengiyan dibînim jî dema soza ku min daye Rêbertî bi bîr tînim careke din bi hêz dibim û xebata xwe didomînim û ev bû sedem ku ji 30 salî heya niha ez têkoşînê bidim dewamkirin."
 
'Bi saya dîtina Rêbertî min ji têkoşîna azadiyê hez kir'
 
Di berdewamiyê de wiha Fatmeyê behsa çawaniya naskirina wê ji partiye re kir û got:"Berê min partî nas nedikir û ne jî min dixwest ez di nava partiyan de kar bikim. Tenê hevjînê min di nava wan de kar dikir lê piştî çûyîn û hatina hevalan a mala me û dema min li disiplîna hevalan temaş dikir û dema min Rêbertî dît ez gelek ji wan bi bandor bûm. Wê demê ez jî bi vîna xwe tevlî nava partiyê bûm û di nava van kolanên Helebê de min têkoşîn meşand. Heta niha didim dewamkirin. Zarokên min jî di oxira vê şoreşê de bedel dan. Heta niha lawê min di nava wan de di rêza berxwedanê de ye. Îro jî ewqas sal em têdikoşin û ger me zarokên xwe hemî di oxira vê riyê de bidana em ê dîsa ne poşman ban. Di salên ku rêjîmê nedihişt ku em xebatê bikin de min bawernemeya şehîdan dixwend û di hevoka herî dawî ya di bawernemeyê de ku dibêje 'Em soz didin pakrewanên xwe ku em ê soza wan berdewam bikin' li ser wê bingehê min jî soz da û têkoşîn domand û ez ê vê soz û têkoşînê nedim terikandin."
 
'Ji bo Rêbertî çiqasî têkoşînê bikim têr nake'
 
Di dawiya axaftina xwe de Fatmeyê da zanîn ku ew bi riya xwendina pirtûkên Abdullah Ocalan şoreşa zihnî ava dike û got:"Rêbertî pênc parêznameyên xwe nivîsand. Tevî temenê min 70 salî ye lê bi carekê ji bo têkoşîna azadiya Rêbertî ranewestiyam. Îro ez cihê xwe di nava Komîteya Jin a Însiyatîfa Azadiya Rêbertî de digrim. Ez jî tev komîteyê pirtûkên Rêbertî dixwînim da ku ez bêhtir xwe di felsefeya Rêbertî de kûr bikim. Her wiha em zextekê li ser dewleta tirk bikin ku dest ji van qirêjiya xwe berde. Îro temenê min 70 salî ye ji bo Rêbertî ez çiqas têkoşîn bikim ez bes nabînim. Divê hemû jin jî ji bo azadiyê têbikoşin ji ber ku xelasiya me bi azadkirina Rêbertî re teqez dibe."
 
Bi hatina Helebê partiyê nas dike
 
Fatme Cemîl yek ji wan dayikên ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di sala 1995'an de dîtiye. Fatmeyê ji ajansa me re behsa kar, xebat û naskirina wê ya partiyê kir û wiha got:" Piştî ku ez ji bajarê Efrînê derbasî bajarê Helebê dibim bi hatina min a bajêr min ji nêz ve partî nas kir. Lê belê di salên 1990'î de gelek zehmetî hebûn. Bi taybet di milê jinan de qedexe dikirin ku jin kar bikin û derfetên pêşxistinê li pêş wan hatibû girtin her wiha di bin navê şermê de nedihiştin ku jin derkevin û bikevin nava malan. Mînaka herî ber bi çav ji ber ku ez jin bûm derfetên li pêşiya min asteng kirin ku ez xwendina xwe temam bikim. Di nava civakê de zextên wiha li ser jinan hebûn. Di encamê de birayê min bû parêzer û ez jî wisa bê xebat mam ji ber ji xortan re rê vedikirin ku xwendina xwe temam bikin lê ji me re jî asteng dikirin."
 
'Bi saya naskirina partiyê min têkoşîn nas kir'
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Fatmeyê behsa çawaniya naskirina xwe ya ji partiyê re kir û got:"Di sala 1994'an de min partî û heval nas kir. Di wê demê de ez 18 salî bûm. Di wê demê de biryar ji Rêbertî hat ku divê gel karê cebhewî dest pê bikin û xwe bi xwe rê ve bibin. Wê demê me dest bi têkoşînê kir lê dîsa jî tenê min peyva Apo û Apocî û PKK'ê nas kiribû lê belê bi riya lêpirsîna min û ketina nava perwerdeyan ez hêdî hêdî fêr bûm her wiha tevî vê min gelek astengî kişand ji ber ku civakê nedipejirand ku jin xebatê di nava gel de bikin lê belê bi saya naskirina min a felsefeya Rêbertî min xwe bi pêş xist. Di heman demê de li hember irf û kevneşopiyên civakê bûm bend û min têkoşîn dom kir."
 
'Bi dîtina Rêbertî kelecanî bûm'
 
Têkildarî derbasbûna nava civînê û dîtina Abdullah Ocalan Fatmeyê ew kêlî bi me re parve kir û wiha pê de çû:"Di dîroka 9-11-1995'an de dema biryar hat em derbasî civînê bibin, min Rêbertî dît lê belê di wan salan de ez ku ve diçûm û min çawa karê xwe dikir min lawê xwe yê biçûk bi xwe re dibir û dianî lê belê di wê rojê de ji me hat xwestin em zarokên xwe li malê bihêlin û me hişt û em çûn. Heya roja me ya îro dema ku ez behsa wan kêliya ku min tê de cara yekem Rêbertî dît dikim tu dibêjî qey Rêbertî li pêşberî çavê min e ji ber dema min dît min qet bawer nekiribû. Ew dîtin jî li bajarê Helebê li kolana bi navê Nîl bû û ez qet dîroka wê rojê ji bîr nakim. Di bîra min de ye. Dema kêliya yekem a dîtina Rêbertî ez gelek bi eşq, coş û moral bûm. Her wiha her di aşop û hişê xwe de ez difikirim ma gelo ev kesayet kesayetek çawa ye? Çi kes e ku ewqas mirov bi pêş dixe û li azadiya wan xwedî derdikeve? Ji ber mereqa min a mezin ji bona dîtina Rêbertî min her carê li mal bi wêneyê Rêbertî re diaxivîm û min gelek pirs jê dikir. Di dema ku min Rêbertî dît ez di rêza herî pêş de rûniştibûm. Rêbertî ket hundir ez gelek matmayî mam. Bi coş bûm û min gelek hest di çirkeyekê de min jiya."
 
'Rêbertî di axaftina xwe de her digot divê jin azad bibin'
 
Fatmeyê di berdewamiya axaftina xwe de qala mijarên ku Abdullah Ocalan di civînê de bal dikişand ser, kir û wiha got:"Di nava wê civînê de Rêbertî behsa gelek mijaran kir û ji me re got 'Gelek gilî û gazinên gel ji bo me tên gelek kes dixwazin Rêberê xwe bibînin lê ez jî dixwazim gelê xwe bibînim ez gelek li ber we dikevim ji ber ku hewcedariya we bi min pir heye da ku hûn xwe bi rê ve bibin'. Rêbertî ji me re behsa malbet dayik bav û birayê xwe kir her wiha behsa civaka xwezayî jî ji me re kir lê li kêleka wê gelek caran qala jin û azadiya wê kir û her digot divê jin xwe bigihînin azadiya xwe."
 
'Em ê azadiya Rêberê xwe misoger bikin'
 
Di berdewamiyê de Fatmeyê da zanîn tê xwestin di şexsê Abdullah Ocalan de vîna jinê têk biçe û wiha pê de çû:"Heger jinek bi rastî bixwaze li azadiya xwe xwedî derkeve wê bi saya fikir û felsefeya Rêbertî bigihêje azadiya xwe. Her wiha bi vê pergala îşkence û qirkirinê ku heya niha berdewam e û komploya ku li ser Rêbertî pêk hat xwestin di şexsê Rêbertî de vîn û îradeya jinê bidin şikandin. Pergalên serdest dixwazin bi vî rengî jinan ji azadiyê dûr bixin. Her wiha dixwazin têkoşîna jinan bidin sekinandin. Îro jî şoreşa me û baskê herî sereke ya partiya me jin e. Me gelek hêz ji Rêbertî girt lewma kar û xebata ku Rêbertî daye destpêkirin em ê bidin dewamkirin. Rêbertî hişt ku ez bibim xwedî hêvî û ez ji jiyanê û ji kar û xebata xwe hez bikim. Lewma ez her roj soza xwe bi Rêbertî re nû û dubare dikim. Her wiha em çiqas jî kar bikin em nikarin rojekê tenê xebata xwe bi berxwedana Rêbertî re hevrû bikin. Dibe ku em azadiya Rêberê xwe nebînin lê em ê zarok û ciwanên xwe li ser esasê azadiya Rêbertî perwerde bikin da ku em azadiya Rêberê xwe misoger bikin."
 
'Bi saya Rêbertî min xebatên xwe dewam kir'
 
Fatmeyê da zanîn wê hêz ji gotinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan girtiye û wiha got:" Di dawiya civînê de hemû kesî rêza xwe girtin û silav dan Rêbertî. Min jî silav da Rêbertî lê min xwe jê dûr dixist. Min pir cesaret nedikir bi wî re biaxivim. Lê wî ji min re got 'Baweriya min bi te heye ku tu yê dewam bikî'. Bi saya wê gotinê min jî berdewam kir û heya roja me ya îro min xebat nedaye terikandin û ne jî ez ê bidim terikandin. Ji ber ku ji dil min soz da Rêberê xwe. Min ji gotinên wî cesaret girt."