Bêyî Nagîhanê 2 sal: Jinên xeyalên wan hene tên qetilkirin

  • 09:04 5 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
AMED - Di ser qetilkirina Nagîhan Akarsel de 2 sal derbas bû.  Hevalên wê Nagîhan vegotin û diyar kirin ku Nagîhan seranserê jiyana xwe li dijî pergala serdest a mêr bi armanca modela jiyana azad a ji bo jinan ava bike têkoşîn daye û ji ber vê jî ji aliyê pergalê ve hedef hatiye girtin. 
 
Endama Navenda Lêkolîna Jineolojiyê û edîtora kovara jineolojiyê û rojnameger Nagîhan Akarsel du sal berê hat qetilkirin. Nagîhan li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê di encama êrîşa çekdarî de hat qetilkirin. Piştî vê sefîrê Iraqê Alî Riza Guney, daxuyanî da û bi daxuyaniyê êrîşa li hember Nagîhanê îtîraf kir. Di encama lêpirsîna hat vekirin de dadgehê tenê ceza da tetikkêş Rasîm Rifat Peker. Li gorî agahiyên ji pêvajoyê hatine girtin tetikkêş Rifat di 2017’an de li Tirkiyeyê jinek bi kêrê birîndar kiriye û di 2022’an de hatiye berdan, ji bo qetilkirina Nagîhên hatiye peywirdarkirin ku biçe Silêmaniyê û ji bo vê jî  pere girtiye. Tevî gumanbar ev îtîraf kir jî piştperdeya suîkastê nehat ronîkirin.
 
Nagîhan ku jinan afirandina qadên azad ji xwe re kir armanc bi gelek proje û xeyalan jiyana xwe domand.
 
Nivîskar Fatma Îzol û ji lijneya weşana Kovara Jîneolojiyê Derya Aydin der barê terza xebat, xeyalên Nagîhanê de axivîn.
 
‘Kedek wê ya mezin hebû’
 
Deryayê diyar kir ku vegotina Nagîhanê ji bo wê qet ne hêsan e û wiha got: “Ez bi Nagîhanê re yekser ligel hev nejiyam, lê em bi hev re di lijneya weşanê de xebitîn. Lê di tevlibûna xebatan de, di hevaltiya ku ava kir de kedek girîng û kolektîf danî holê. Tişta bala min kişand, di qadek xweser de jineke ku hildiberand bû. Di heman demê de jî kokektîf bû. Ez li ser vê pir fikirîm.
 
'Nagîhan jinek xwedî hişmend bû'     
 
Di lijneya weşana jineolojiyê de ji serî heta dawî hilberîna hişê kolektîf derdiekve holê. Jiyanên wek jinên Nagîhan Akarsel ne jiyanên ji rêzê ne. Jiyanên ku kedên mezin didin hene. Nagîhan kedkar bû, ji bo berhema kolektîf derkeve holê piştgiriya wê pir mezin bû. Nagîhan jinek xwedî hişmend bû.”
 
‘Hevaltiya xurt û têkiliyên polîtîk ava kir
 
Deryayê da zanîn ku wê şahidiya têkiliyên xurt ên Nagîhanê kiriye û wiha domand: “Min malbata wê û cihê ku lê jiyabû dît. Ez bûm şahidê avabûna navenda lêkolîn û pirtûkxaneya jinan a ku xeyala Nagîhanê bû. Min têkiliya ku bi jinên li bajarê xwe û jinên li gund re ava kiribû dît. Min hevalên rojnameger ên li Enqereyê bi wê re xebitî bû nas kir. Nagîhanê di alî her kesî de têkiliyên xurt daniye. Hevaltiyek xurt û têkiliyên polîtîk ava kiriye û jiyana xwe domandiye. Derdê wê her tim jin bûn. Ji bo wê jiyanek nû esas bû. Bi taybet li her çar lî Kurdistanê û Rojhilata Navîn. Kirdeya  vê jiyana nû jin bûn. Li gundê ku hatiye dinê gelek kes koçberî Ewropayê bûne û li wir mêr zêdetir çûne Ewropayê û jin zêde ne. Nagîhanê di nav jinan de mezin bûye û têkiliyên wê yên cidî bi jinan re hebû. Berdewamiya wê jî jiyanek rêxistinkirî, zanîngeh, rojnamegerî, xebatên li ser jinan bû. Nagîhan di avabûna rêbazên zanistî yên jineolojiyê de kedek mezin dide. Li Silêmanî, Rojava û Tirkiyeyê bi jinan re hevdîtinan dike.”
 
‘Di hemû xebatên der barê azadiya jinê de cih girt’
 
Deryayê da zanîn ku Nagîhanê seranserê jiyana xwe de ji bo armancên xwe nirxandin kiriye û wiha pê de çû: “Nagîhan rizgariya jinê bi xwendin û  nêzîkatiyên azadixwaz pêkan didît. Çûyîna Nagîhanê ya Şengalê, ya Rojava û Silêmaniyê jî bi vê armancê bû. Digot ger azadî bê avakirin divê daxwazên jinan û dengê jinan li ber çavan bê girtin. Ji ber vê jî bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’  feraseta azadiyê di cih de dît. Li çar parçeyê Kurdistanê têkoşîna jinan xeyal dikir. Armanca wê ya esas ev bû azadiya jinê bike teşeyê jiyanê. Nagîhan ji bo Jineolojiyê jî ji bo hemû jinên Kurd û cîhanê jî jineke wisa azad bû.”
 
‘Ahlaqê rojnamegeriyê yê Nagîhanê bala me hemûyan kişandibû’
 
Fatma Îzol jî da zanîn ku li Enqereyê Nagîhan nas kiriye û wek rojnameger Nagîhan li wir nas kiriye û wiha pê de çû: “Min prensîba wê ya rojnamegeriyê pir eciband. Nagîhanê dizanibû pergala zîhniyeta serdest di alî jinan de ne projeyeke û ji ber vê jî Nagîhan diçû cem wan û pirsgirêkên wan guhdar dikir û der barê vê de nûçe çêdikir. Min li Enqereyê Nagîhan nas kir. Min mamostetî dikir. Min wê demê sendîkavanî jî dikir. Nagîhan wek rojnamegerekê bi me re ket  diyalogê. Nagîhan hevalek me ya pir  etîk dixebitî bû. Xebatên rojnamegeriyê etîk dimeşand. Nagîhan pir bi nirx bû. Me pir bi nirx didît. Etîk, durust û ahlaqî di siyasetê de cih digirt.  Rojnamegeriya siyasetê dikir.”
 
‘Nagîhanê ji ber projeyên jinan bû hedef’
 
Fatmayê di berdewamiyê de daxuyakirin ku gelek xeyal û projeyên Nagîhanê yên der barê jinan de hebûne û ji ber vê jî pergalê hedef girtiye. Fatmayê wiha bi lêv kir: “Projeyên Nagîhanê ji bo jinan hebû. Her tim bi me re diaxivî. Fikra me ya hevpar ku  divê hişê jina Kurd hebe, hebû. Ji ber vê di mijara xebatên jîneolojîk de xebat dimeşand. Dixwest van xebatan xurt bike. Dixwest ji bo jinên Kurd navenda lêkolîn û arşîva pirtûkxaneyê ava bike. Ev proje ji bo jinên Kurd projeyek girîng bû. Vê aliyê Nagîhanê pergal nerehet kir. Nagîhan di vî alî de wek xetere dîtin û hedef girtin.”
 
'Ew ê li projeyên Nagîhanê xwedî bê derketin'
 
Fatmayê wiha dawî lê anî: “Nagîhanê peyama ‘Ez stûna vê asîmanê me. Ez stûna vê cîhan û vê gerdûnê me’ daye hemû jinan. Ev peyam bê tirs daye hemû jinan. Ji ber vê xebatê em spasiyên xwe dikin. Bêguman ev xebatên ji dil bi mirina wê ranewestiyan. Wê xwedî li projeyên wê bê derketin. Ez wê pîroz dikim, bi bîr tînim.”