Jinan li dijî şer û tundiyê soza têkoşînê dan 2022-11-26 14:41:51   EDENE / HATAY-Li Edeneyê ji bo jinên hatine qetilkirin şitil hatin çandin. Li Hatayê jî jinan li dijî şer û tundiyê soza têkoşînê dan.    Li navçeya Kozanê ya Edeneyê jinan ji bo balê bikşînin ser komkujiyên li ser jinan şitil şandin. Parlamenterên HDP'ê û gelek jin beşdarî çalakiyê bûn.    Di çalakiyê de soza hevpar a li dijî tundiya li ser jinê hat dayin.    Hatay   Atkivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Rêxistina HDP'ê ya Hatayê li Kuçeya Yeşilkoyê ya navçeya Dortyola Hatayê bi jinan hatin gel hevdu. Jinan li dijî şer û tundiyê soza têkoşînê dan. Her wiha li kuçeyê xebata stickerê kirin.