Kongreya Star a Lubnanê civîna xwe ya salê li dar xist
- 13:07 24 Mijdar 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star a Lubnanê civîna xwe ya salê bi beşdariya hemû endamên xwe li dar xist. Di dawiya civînê de beşdaran girîngiya xurtkirina birêxistinkirina jinan destnîşan kirin
Kongra Star a Lubnanê civîna xwe ya salê li dar xist û tê de plansaziya sala bê diyar kir.
Di civînê de beşdaran geşedanên li herêmê rû didin û xebatên xwe yên sala 2022'yan nirxandin.
Kongreya Star plansaziya 2023'yan diyar kir ku jê ya herî girîng;
''Azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bikin bingeha çalakiyên kongreyê li Lubnanê, çalakiyên cuda di vî warî de li dar kevin, bi taybet di nava kurdistaniyan û dostên wan de, piştgiriya şoreşa jinan û gelê Bakur û Rojhiatê Sûriyeyê bikin, rolek di sekinandina êrişên dewleta Tirk bilîzin, ji bo piştgiriya şoreşa gel a bi dirûşma jin, jiyan, azadî çalakiyên cihereng li dar bixin.''
Di dawiya civînê de beşdaran girîngiya xurtkirina birêxistinkirina jinan destnîşan kirin.