Kongreya Star a Lubnanê civîna xwe ya salê li dar xist 2022-11-24 13:07:43     NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star a Lubnanê civîna xwe ya salê bi beşdariya hemû endamên xwe li dar xist. Di dawiya civînê de beşdaran girîngiya xurtkirina birêxistinkirina jinan destnîşan kirin   Kongra Star a Lubnanê  civîna xwe ya salê li dar xist û tê de plansaziya sala bê diyar kir.   Di civînê de beşdaran geşedanên li herêmê rû didin û xebatên xwe yên sala 2022'yan nirxandin.   Kongreya Star plansaziya 2023'yan diyar kir ku jê ya herî girîng;   ''Azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bikin bingeha çalakiyên kongreyê li Lubnanê, çalakiyên cuda di vî warî de li dar kevin, bi taybet di nava kurdistaniyan û dostên wan de, piştgiriya şoreşa jinan û gelê Bakur û Rojhiatê Sûriyeyê bikin, rolek di sekinandina êrişên dewleta Tirk bilîzin, ji bo piştgiriya şoreşa gel a bi dirûşma jin, jiyan, azadî çalakiyên cihereng li dar bixin.''   Di dawiya civînê de beşdaran girîngiya xurtkirina birêxistinkirina jinan destnîşan kirin.