Şêniyên Minbicê: Em ê li dijî êrişan li berxwe bidin

  • 21:12 23 Mijdar 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Şêniyên Minbicê yên li dijî êrişa dewleta tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan gotin:"Em ê li dijî êrişan li berxwe bidin."
 
Şêniyên Minbicê li hember êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi berzkirina dirûşma " Şêniyên Minbicê li dijî faşîzma tirk serî radike" daketin qadan. Di çalakiyê de bêdengiya hêzên navneteweyî jî hat şermezarkirin. 
 
Di çalakiyê de li ser navê HPC û Civaka Jinê ya Zenûbiya axaftin hatin kirin. 
 
Axaftvanan gotin em ji çekên we bi hêztir in. Her wiha hat gotin armanc qetilkirina gelên li herêmê ye lê ew ê li hember êrişan li berxwe bidin.