Şêniyên Minbicê: Em ê li dijî êrişan li berxwe bidin 2022-11-23 21:12:16     NAVENDA NÛÇEYAN- Şêniyên Minbicê yên li dijî êrişa dewleta tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan gotin:"Em ê li dijî êrişan li berxwe bidin."   Şêniyên Minbicê li hember êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi berzkirina dirûşma " Şêniyên Minbicê li dijî faşîzma tirk serî radike" daketin qadan. Di çalakiyê de bêdengiya hêzên navneteweyî jî hat şermezarkirin.    Di çalakiyê de li ser navê HPC û Civaka Jinê ya Zenûbiya axaftin hatin kirin.    Axaftvanan gotin em ji çekên we bi hêztir in. Her wiha hat gotin armanc qetilkirina gelên li herêmê ye lê ew ê li hember êrişan li berxwe bidin.