Li Rojava gel berê xwe didin qadên Newrozê

  • 10:53 21 Adar 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran Rojavayî serê sibêhê ve berê xwe didin qadên pîrozbahiya Newrozê. Newroza îsal bi dirûşma “Bi ruhê berxwedana Newrozê em ê dagirkeriyê têk bibin” tê lidarxistin.
 
Îro gelên Rojhilata Navîn Cejna Newrozê pîroz dikin. Gelên Rojavayê jî Newroza îsal bi dirûşmeya “Bi ruhê berxwedana Newrozê em ê dagirkeriyê têk bibin” pîroz dikin. Ji saetên sibehê ve, şêniyên herêmê bi cilên herêmî berê xwe didin cihên pîrozbahiyan.
 
Li Herêma Cizîrê pîrozbahî 
 
Bajarê Qamişlo: Pîrozbahiya Newrozê ya Qamişlo li gundê Hîmo yê li rojavayê bajêr tê lidarxistin.
 
Navçeya Tirbespiyê: Pîrozbahî li bendava Mizgeft a li bakur rojhilatê navenda navçeyê tê li darxistin.
 
Girkê Legê: Pîrozbahî li gunê Helîq ê li herêma Aliyan tê lidarxistin.
 
Dêrik: Pîrozbahî li bendava Borze ya li bakur rojhilatê bajarê Dêrikê tê lidarxistin.
 
Hesekê: Pîrzobahî li bendava Xerbî ya li bakur rojavayê bajêr tê lidarxistin.
 
Dirbêsiyê: Pîrozbahî li pişt navenda navçeya Dirbêsiyê tê lidarxistin.
 
Til Temir: Pîrozbahî li gundê Qesrek a li ser rêya M4 di navbera Til Temir û Qamişlo de, tê lidarxistin.
 
Herêma Firatê gel berê xwe didin qada pîrozbahiyê 
 
Kobanê: Pîrozbahiya Newroza 2021`an li daristana Kobanê ya li rojavayê bajêr tê lidarxistin.
 
Reqa: Pîrozbahiya li Reqayê jî li Furqeya 17`an a li bakurê bajrê tê lidarxistin.
 
Li Şehba, helep û Şamê Newroz tê pîrozkirin 
 
Pîrozbahî ligundê Elûşê yê navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê tê lidarxistin.
 
Pîrozbahiya Newroza 2021`an li Heqil Remî ya li herêma Şiqeyif tê lidarxistin.
 
Pîrozbahî li herêma Meşrûi Dumer ya li yarîgeha El-Feyhaa tê lidarxistin.
 
Tê payîn ku pîrozbahî saet 10:00`an dest pê bikin û bi navê partiyên siyarî û Rêveberiya Xweser axaftin bên kirin. Her wiha dê pêşandanên hunerî ji aliyê tîmên hunerî ve bên pêşkêşkirin.