Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin

  • 11:32 15 Cotmeh 2024
  • Hiqûq
 
STENBOL -  Doza ku kesên tev li kampanyaya Gerînendetiya Weşanê ya Nobedar a Rojnameya Ozgur Gundemê bûbûn jê dihatin darizandin, bi hinceta temamkirina kêmasiyên di dosyayê de hate taloqkirin.
 
Rojnameya Ozgur Gundemê bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin. Li Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci, rojnameger û nivîskar Ahmet Nesîn û rojnameger Erol Onderoglû ku tev li kampanyaya Gerînendetiya Weşanê ya Nobedar a Rojnameya Ozgur Gundemê bûbûn, doz hatibû vekirin. Danişîna 11’an a doza bi îdiayên “Ji bo sûc were kirin sor kiriye”, “Pesindayîna sûc û sûcdar” û “Propagandaya rêxistinê” hatibû vekirin, li 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hate lidarxistin. Di danişînê de Onderoglû û parêzerê wî Halîl Kocabaş amade bûn. 
 
Prz. Halîl Kocabaş daxwaza temamkirina kêmasiyên di dosyayê de kir û dem xwest. Dozger jî xwest ku kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin. 
 
Şandeya dadgehê xwest ku kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin û ji bo ku îfadeya Ahmet Nesîn bê wergirtin biryar da ku li benda vegera biryara îtirazê ya ku li derveyî welat hatiye nivîsandin bimîne. Dadgehê danişîn taloqî 30’ê çileya 2025’an kir.