Li Rojava gel berê xwe didin qadên Newrozê 2021-03-21 10:53:04     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran Rojavayî serê sibêhê ve berê xwe didin qadên pîrozbahiya Newrozê. Newroza îsal bi dirûşma “Bi ruhê berxwedana Newrozê em ê dagirkeriyê têk bibin” tê lidarxistin.   Îro gelên Rojhilata Navîn Cejna Newrozê pîroz dikin. Gelên Rojavayê jî Newroza îsal bi dirûşmeya “Bi ruhê berxwedana Newrozê em ê dagirkeriyê têk bibin” pîroz dikin. Ji saetên sibehê ve, şêniyên herêmê bi cilên herêmî berê xwe didin cihên pîrozbahiyan.   Li Herêma Cizîrê pîrozbahî    Bajarê Qamişlo: Pîrozbahiya Newrozê ya Qamişlo li gundê Hîmo yê li rojavayê bajêr tê lidarxistin.   Navçeya Tirbespiyê: Pîrozbahî li bendava Mizgeft a li bakur rojhilatê navenda navçeyê tê li darxistin.   Girkê Legê: Pîrozbahî li gunê Helîq ê li herêma Aliyan tê lidarxistin.   Dêrik: Pîrozbahî li bendava Borze ya li bakur rojhilatê bajarê Dêrikê tê lidarxistin.   Hesekê: Pîrzobahî li bendava Xerbî ya li bakur rojavayê bajêr tê lidarxistin.   Dirbêsiyê: Pîrozbahî li pişt navenda navçeya Dirbêsiyê tê lidarxistin.   Til Temir: Pîrozbahî li gundê Qesrek a li ser rêya M4 di navbera Til Temir û Qamişlo de, tê lidarxistin.   Herêma Firatê gel berê xwe didin qada pîrozbahiyê    Kobanê: Pîrozbahiya Newroza 2021`an li daristana Kobanê ya li rojavayê bajêr tê lidarxistin.   Reqa: Pîrozbahiya li Reqayê jî li Furqeya 17`an a li bakurê bajrê tê lidarxistin.   Li Şehba, helep û Şamê Newroz tê pîrozkirin    Pîrozbahî ligundê Elûşê yê navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê tê lidarxistin.   Pîrozbahiya Newroza 2021`an li Heqil Remî ya li herêma Şiqeyif tê lidarxistin.   Pîrozbahî li herêma Meşrûi Dumer ya li yarîgeha El-Feyhaa tê lidarxistin.   Tê payîn ku pîrozbahî saet 10:00`an dest pê bikin û bi navê partiyên siyarî û Rêveberiya Xweser axaftin bên kirin. Her wiha dê pêşandanên hunerî ji aliyê tîmên hunerî ve bên pêşkêşkirin.