Newroza dîrokî ya Amedê dest pê kir
- 10:38 21 Adar 2021
- Rojane
AMED - Newroza dîrokî ya Amedê dest pê kir.
Bi sedhezaran kes bi cil û bergên xwe yên gelêrî û dirûşmên xwe herikîn qadê.
Ji çar hêlan ve girse bi rengên kesk sor û zer û dirûşmên xwe diherikin qada Newroza heybet û dîrokî ya ku li Qada Newrozê ya li navçeya Rezanê tê lidarxistin Gelê ku qad tijî kir dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" , "Bijî berxwedana zindanan", "Bijî Newroz" berz kir.
Bi sedan ciwanan bi hêz û coşa xwe berxwedana zindanan silav kirin û daketin qadê.
Dayik û jinên ku bi cil û bergên xwe yên gelêrî daketin qadan bi tililiyan qad xemilandin.
Coşa Newrozê bi gerandina govendê û bi stranan berdewam dike.