Newroza dîrokî ya Amedê dest pê kir 2021-03-21 10:38:27     AMED - Newroza dîrokî ya Amedê dest pê kir.   Bi  sedhezaran kes bi cil û bergên xwe yên gelêrî û dirûşmên xwe herikîn qadê.   Ji çar hêlan ve girse bi rengên kesk sor û zer û dirûşmên xwe diherikin qada Newroza heybet û dîrokî ya ku li Qada Newrozê ya li navçeya Rezanê tê lidarxistin  Gelê ku qad tijî kir dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" , "Bijî berxwedana zindanan", "Bijî Newroz" berz kir.   Bi sedan ciwanan bi hêz û coşa xwe berxwedana zindanan silav kirin û daketin qadê.   Dayik û jinên ku bi cil û bergên xwe yên gelêrî daketin qadan bi tililiyan qad xemilandin.   Coşa Newrozê bi gerandina govendê û bi stranan berdewam dike.