Li Mêrdînê xebatên dawî yên Newrozê
- 17:05 20 Adar 2021
- Rojane
MÊRDÎN - Rêxistina HDP'ê li navçeyên Mêrdînê belavokên Newrozê belav kirin û cejna gel pîroz kir.
Ji bo pîrozbahiya Newrozê ya di 21'ê Adarê de ew ê bi dirûşma "Ji Bo Azadiyê Agirê Newrozê Gur Bikin" bê pîrozkirin li hemû navçeyên Mêrdînê rêxistina Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) belavok belav kir û cejan welatiyan pîroz kir.
Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê ji saetên serê sibehê dest bi xebatan kirin heta derengiya rojê berdewam kirin.