Li Mêrdînê xebatên dawî yên Newrozê 2021-03-20 17:05:24     MÊRDÎN - Rêxistina HDP'ê li navçeyên Mêrdînê belavokên Newrozê belav kirin û cejna gel pîroz kir.   Ji bo pîrozbahiya Newrozê ya di 21'ê Adarê de ew ê bi dirûşma "Ji Bo Azadiyê Agirê Newrozê Gur Bikin" bê pîrozkirin li hemû navçeyên Mêrdînê rêxistina Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) belavok belav kir û cejan welatiyan pîroz kir.   Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê ji saetên serê sibehê dest bi xebatan kirin heta derengiya rojê berdewam kirin.