Însiyatîfa Em Dixwazin Bijîn banga derketina qadan kir
- 12:06 20 Adar 2021
- Rojane
ENQERE - Însiyatîfa Em Dixwazin Bijîn diyar kir ku ew dev ji Peymana Stenbolê bernade û jin vexwend qadan.
Însiyatîfa Em Dixwazin Bijîn bertek nîşanî feshkirina Peymana Stenbolê da û di daxuyaniya ku da de ragihand ku ev ji bo Tirkiyeyê rojeke reş e û diyar kir ew dev ji Peymana Stenbolê bernade.
Di daxuyaniyê de hat gotin dê îro li qadan bin û herkes vexwendin qadan.
Bajarên dê jin lê kom bibin wiha ne:
“*Enqere: 17.30 Ber Şaredariya Çankayayê
*Edene: 17.00 Parqa Ataturkê
*Antalya: 17.30 Qada Attalosê
*Eskişehir: 14.00 Ber AVM a Kanatliyê
*Hatay: 17.00 Koprubaşi
*Stenbol: 17.00 Ber Îskeleya Kadikoy Beşiktaş
*Îzmir: 16.00 Ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan a Alsancakê
*Mersin: 18.00 Qada Kushimatoyê
*Bursa: Fomara 17.30"