Însiyatîfa Em Dixwazin Bijîn banga derketina qadan kir 2021-03-20 12:06:01     ENQERE - Însiyatîfa Em Dixwazin Bijîn diyar kir ku ew dev ji Peymana Stenbolê bernade û jin vexwend qadan.    Însiyatîfa Em Dixwazin Bijîn bertek nîşanî feshkirina Peymana Stenbolê da û di daxuyaniya ku da de ragihand ku ev ji bo Tirkiyeyê rojeke reş e û diyar kir ew dev ji Peymana Stenbolê bernade.    Di daxuyaniyê de hat gotin dê îro li qadan bin û herkes vexwendin qadan.    Bajarên dê jin lê kom bibin wiha ne:   “*Enqere: 17.30 Ber Şaredariya Çankayayê   *Edene: 17.00 Parqa Ataturkê   *Antalya: 17.30 Qada Attalosê   *Eskişehir: 14.00 Ber AVM a Kanatliyê   *Hatay: 17.00 Koprubaşi    *Stenbol: 17.00 Ber Îskeleya Kadikoy Beşiktaş    *Îzmir: 16.00 Ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan a Alsancakê    *Mersin: 18.00 Qada Kushimatoyê   *Bursa: Fomara 17.30"