HDP'ê li Hezex û Silopiyê gel vexwend Newrozê
- 16:13 19 Adar 2021
- Rojane
ŞIRNEX - Rêxistina HDP'ê ya navçeyên Hezex û Sîlopiyê gel vexwendin pîrozbahiyên Newrozê.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Herêma Botanê lez dan xebatên Newrozê. Li navçeya Hezexê ya Şirnexê û Sîlopyayê bi kincên herêmî bi tevlîbûna parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr û rêveber û endamên partiyê esnaf hatin ziyaretkirin.
Di serdanê de Newroza gel hat pîrozkirin û gel vexwendin pîrozbahiyên Newrozê.